Şeniyên Mexmûrê bi şahîyekê 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

Li Wargeha Mexmûrê bi boneya salvegera Çalakiya Nobetê ya bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û 12'emîn salvegera Şoreşa Rojava şahiyek girseyî hate lidarxistin.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê ya ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Îro bi boneya 1’emîn salvegera Çalakiyê Nobetê û 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şahiyek girseyî hate li dar xistin. Şahî bi tevlîbûna şeniyên Wargehê li Navenda Çand û Hûner bi deqeyek rêz girtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê  Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ehmed şehbaz axivî.

Ehmed Şehbaz, di destpêka axaftina xwe de 12'emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: "Em 12'ê salvegera Şoreşa Rojava li Rêber Apo, tevahî malbatên şehîdan û gerîlayên azadiya Kurdistanê pîroz dikin. bi hezaran keç û xortên Kurd û Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo Şoreşa Rojava pêkanîn. Di şoreşê de gelek berdelên giranbiha hate dayîn. Gelê me li dijî êrişên li ser xak, nasname û çand xwe têkoşiyan. Ger îro li Rojava Kurdistanê çirûska ji bo azadiyê geş dibe, ev bi saya şehîdên Kurdistanê ye. Şoreşa Rojava xeta jina azad e. Em wek gelê Wargeha Mexmûrê slav û hêzkirinê xwe ji Rojavayê Kurdistanê re dişînin.”

Her wiha di şahiyê de ji aliyê Meclîsa Îştar ve wenêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyarî Xanê Benek a ev salekê bênavber beşdarî çalakiyê dibe, hate kirin.

Piştrê koma govendê ya Lehengên Mêtîna derket ser dike. Her wiha hunermend Rêvîn Aras bi stranên xwe gel çoşand.

Şahî bi dirûşmeyan û gerandina govendê dawî bû.