Wezîr Amel Belhaj Moussa ji Akademiya Helbestê ya Cîhanê xelat girt

Helbestvana Tûnisî, nivîskar û Wezîra Jinan a Tûnisî Amel Belhaj Moussa, ji aliyê Akademiya Helbestê ya Cîhanê ya li Îtalyayê ve hat xelatkirin.

Tûnis - Helbestvana Tûnisî û Wezîra Zarok û Malbatan a Tûnisê Amal Belhaj Moussa, Xelata Catullo ya ji Akademiya Helbestê ya Cîhanê ya li Îtalyayê girt. Merasîma xelatdayînê li bajarê Verona yê Îtalyayê pêk hat.

Akademiya Cîhanî ya Helbestê ya li Îtalyayê di sala 2001’ê de li bajarê Verona ku ji ber girêdana bihêz a Romeo û Juliet a bi helbestê re hat hilbijartin, di heman demê de li bajarê ku bû şahidê jidayikbûna helbestvanê Romayî Catullo hat damezrandin.

Akademî her sal xelata helbestê ya Catullo dide û îsal ev xelata mezin Wezîra Jin, Malbat , Zarok, Kal û Pîran a Tûnisê Amal Belhaj Moussa wergirt; lewma bû yekemîn jina Ereb ku ji Akademiya Îtalyan xelatê girt.