Bi hezaran kes bi yek dengê gotin: Xweseriya Êzidxanê dê dawî li fermanan bîne

Bi boneya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an duh li navenda Şengalê bi hezaran kes fermana 74’an Şermezar kirin, tevahî qurbaniyên fermanê bibîranîn û daxwaz kirin ku jenosîda li ser Êzidiyan bê nasîn û vîna civaka Êzidî bê esas girtin.

EVÎN ZENDA

Şengal - Meşa girseyî ya ku duh di demjimêr 5’an de despêkir bi pêşengtiya Rêveberiya xweser ya Şengalê hate li darxistin. Bi hezaran kes ji bo meşê li hev civiyan û bi diruşmeya ‘Avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê hesabxwestina ji fermanê ye’ hate li darxistin de wêneyên Şehîdên fermanê û şervanên ku ji bo azadiya Şengalê têkoşiyan hate hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok APO”, “Kê Bazda Pêşmergan”, “Bimre Îxanet”, “Bese ji fermana re” hate berz kirin.

Meşa gel ya ku ji Çerxerêya Yermuk ya navenda Şengalê despê kir, li ber avahiya Meclîsa Gel Ya Şengalê bi dawî bû. Li ber avahiya Meclisa gel merasimeke taybet hate saz kirin. Di merasimê de li ser navê Oldarên Civaka Êzidî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û li ser navê Rêveberiya Şengalê û hêzên Parastina Êzidxanê axaftin hat kirin.

“Yekane rêya rizgariya civaka Êzîdî ronahiya fikrê Rêber APO ye”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê endama TAJÊ Dayê Kinê Xidir axivî û di despêka peyama xwe de tevahî Şehîdên fermanê bi bîr anîn û silavên xwe ji tevahî gerilayên Azadiyê re şand. Dayê Kinê Xidir diyar kirin ku her kesekê ji xwe re bêje ez Êzidî me divê fermanê ji bîr  nekin û divê tola xwe hilînin.

Endama TAJÊ’ê Dayê Kinê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişan li ser yektiya civaka Êzidî û da diyar kirin ku yekane rêya rizgariya civaka Êzîdî ronahiya fikrê Rêber APO ye. Dayê Kinê diyarkirin ku divê civaka Êzidî yekitiya xwe bihêz bike û ji bo hilgirtina mafên xwe kar û xebat bidin meşadin û heya jenosîda li ser me hati jiyîn di cîhanê de bi fermî neyê erê kirin divê li malên xwe rihet ranezin.

Di merasimê de li ser navê Oldarên Êzidxanê Bedel Îdo axivî. Her wiha li ser navê Rêveberiya xweser ya Şengalê Hiso Birahîm, li ser navê Desteya Serok Eşîran Nayif Şemo û herî dawî jî li ser navê Hêzên Parastina Êzidîxanê jî Qehtan Elî peyamên gelek girîng dan.

Di axaftinan de peyama hevpar ew bû ku civaka Êzidî ev 8 sale ji bo fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li ser lingan e. Sazî û dezgehên Rêveberiya xweser ya Şengalê dan diyar kirin ku ew e dê tu caran fermanê jibîr nekin û wê tola fermanê hilînin. Her wiha di axaftinande bal kişandin li ser keda Gerilayên Azadiyê û hate gotin heya yek ferdê Civaka Êzidî hebe dê tu caran keda Gerilayên Azadiya Gelan û ixaneta pêşmergeyên PDK’ê jibîr nekin. Di heman demê de ji bo avakirina Şengalekî xweser banga yekîtiyê li tevahî civaka Êzidiyan hate kirin û hate gotin ku divê civaka me tu caran bi xêrnexazên xwe nexapin tenê bila ji bo bawerî û çada xwe ked bikin û Şengala xwe bi keda xwe avabikin.

Di dawiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê” hate berz kirin.