Ji UN Women hişyariya ‘şer û krîz jiyana bi milyonan jinan dike xeterê’

Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî, ji ber pevçûn û krîzên berdewam li Rojhilata Navîn û cîhanê, bi milyonan jin û keç bi birçîbûnê re rûbirû ne. Rêxistin, balê dikşîne ser bandorên newekheviya zayendî û bang kir ku mafên jinan werin parastin.

Navenda Nûçeyan – Şer, pevçûnên çekdarî û krîzên dirêj barê jinan li seranserê cîhanê girantir dikin. Her wiha berpirsyariyên girantir ku ji windakirina ewlehî û aramiyê wêdetir diçin, di nav de kêmbûna gihîştina kar, perwerde û tenduristiyê û zêdebûna xeterên xizanî, koçberî û tundiyê.

Duh, desteya Jinan ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku 11.7 milyon jin û keç li 28 welatan dikarin heta dawiya salê bi bêewlehiya xwarinê re rûbirû bimînin. Ji ber ku pevçûnên berdewam li Rojhilata Navîn û nearamiyên li Tengava Hormuzê dibin sedema bilindbûna bihayên xwarinê û zêdebûna zextê li ser debara jiyanê hem di nav herêmê de û hem jî li derveyî herêmê.

Li gorî analîzek nû ya ku ji hêla rêxistinê ve hat weşandin, heke "senaryoya navîn" pêk were, bi qasî 22 milyon kesên din dikarin bi bêewlehiya xwarinê re rûbirû bimînin. Jin û keç ji sedî 53’ê vê komê pêk tînin û li dora 208 milyon jin û keçên ku ji ber bêewlehiya xwarinê yan jî kêmbûna xwarinê di welatên ku lêkolîn lê hatiye kirin de dikşînin zêde dibin.

Di dema pêşkêşkirina encamên raporê de, Cîgirê Rêveberê Giştî yê ICRC Nîradzayî Gombonzvanda rave kir ku hejmara jin û keçên ku di xetera xerabûna ewlehiya xwarinê de ne li welatên bi nifûseke zêde herî zêde ye. Her wiha destnîşan kir ku xeter bi taybetî li welatên wekî Sûdana Başûr, Sûdan, Haîtî, Yemen û Filistînê zêde ne ku li wir pevçûn, koçberî, krîzên aborî û mirovî bi lawaziyên piralî yên ku jin û keç pê re rûbirû dimînin re dikevin hev.

Her wiha hat diyarkirin ku ev rewş jin û keçan bêhtir li hemberî encamên krîzên zêdebûyî lawaz dike, nemaze li herêmên ku ji pevçûnên dirêj, xizmetên bingehîn ên qels û gihîştina sînorkirî ya çavkaniyan dikşînin.

Li Lubnanê, zêdebûna pêşbînîkirî ya hejmara jin û keçên ku bi bêewlehiya xwarinê re rûbirû ne, dikare bi qasî ji sedî 4’ê nifûsa giştî ya jinan temsîl bike; ev yek ji yên herî bilind e ku di nav welatên ku di raporê de cih digrin de.

Newekhevî krîzê xirabtir dike

Karbidestê Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku krîzên xwarinê bi heman rengî bandorê li her kesî nakin.  Destnîşan kir ku jin gelek caran ên pêşîn in ku barê kêmbûna xwarinê di nava malbatên xwe de hildigrin. Her wiha diyar kir ku ezmûnên berê nîşan dane ku jin beşên xwarinê kêm dikin an jî xwarinan ji dest didin û ji bo pêşandana pêdiviyên endamên din ên malbatê serî li parêzên kêm xurek didin.

Wê her wiha, diyar kir ku newekheviyên zayendî rasterast bandorê li gihîştina xwarinê û çavkaniyên pêwîst ji bo dabînkirina wê dikin û valahiyên heyî di derfetên kar û gihîştina karûbarên darayî de şiyana jinan a li hemberî şokên aborî û mirovî sînordar dikin.

Ji aliyekî din ve jî destnîşan kir ku li Misir, Iraq, Filistîn, Sûdan û Sûriyeyê, ji sedî 80 zêdetir jin li derveyî bazara kar in û li Iraq, Lubnan û Yemenê, ji pêncan yekê kêmtir jinan xwediyê hesabê bankayê yan hesabê pereyê mobîl in.

Bangek berfireh ji bo bersivê

Rêxistinê banga bersivek yekgirtî li ser bingeha sê stûnên sereke kir: “Alîkariya xwarin û pereyan, bernameyên xwarin û parastinê, debara jiyanê û piştgiriya çandiniyê, di heman demê de gihîştina jinan a erd, kredi, karûbar û hebûnên hilberîner misoger dike.”

Wekî din, wê hewcedariya lezgîn a ji nû ve veguhestina çavkaniyan ber bi deverên ku jin û keç bi xetereyên hevbeş ên ji pevçûn, koçberiya navxweyî, guherîna avhewayê, valahiyên fînansmana mirovî û cudakariya pergalê re rûbirû ne, tekez kir. Rêxistinê girîngiya bi awayekî zelaltir tevlîkirina ezmûnên jin û keçan di daneyan û statîstîkan de tekez kir da ku alîkariya destnîşankirina kesên herî zêde ji bêewlehiya xwarinê bi bandor dibin, şopandina windakirina dahatê, barê zêde yê lênêrîna bêpere û xeterên têkildarî xwarin û parastinê bike.

Neradzaî Gombonzvanda diyar kir ku her çendî bersivên mirovî û aborî girîng bin jî ew bi tena serê xwe ne bes in ku êşa jin û keçan bi dawî bikin û tekez kir ku bidestxistina aştî û ewlehiyê ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên krîzê girîng e.

Her wiha da zanîn kku UN Women ne tenê banga kêmkirina aloziyê û rêzgirtina ji bo qanûna navneteweyî dike, di heman demê de hewcedariya çareseriyên mayînde û domdar jî tekez dike û ji hemû aliyan dixwaze ku piştgiriyê bidin riyên dîplomatîk ên aştî û ewlehiyê di asta herêmî û navneteweyî de bi pêş ve dibin.