Li Sûriyeyê ji serê salê ve 438 kes hatin kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê eşkere kir ku ji destpêka vê salê ve li çend herêmên Sûriyeyê di 401 bûyerên sûc de 438 kes hatine kuştin. Hat diyarkirin ku ev yek pirsgirêkên ewlehiyê û tundiyê zêdetir dike.
Navenda Nûçeyan – Ji destpêka vê salê ve, çalakiyên sûc û kuştinê li çend herêmên Sûriyeyê berdewam dikin, bi sedan kesan hatin kuştin û fikarên li ser rewşa ewlehiyê û tundiya berdewam a li welat zêde bûn.
438 kesên ku 58 jê jin bûn hatin kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 401 bûyerên sûc belge kir û hat diyarkirin ku di encama bûyeran de 438 kesên di navbera wan de 344 mêr, 58 jin û 36 zarok hebûn mirine.
Agahiyên çavdêriyê cudahiyên di rêjeyên sûc de li seranserê parêzgehan û di tevahiya salê de nîşan didin. Di neh mehên pêşîn de 397 sûc hatine kirin û di encamê de 434 kes mirine lê tenê di du rojên pêşîn ên Cotmehê de çar bûyerên sûc, çar jî yên kuştinê hatine tomarkirin.
Hejmara mehane ji 21 sûcan di Çileyê de heya 54 sûcan di Tîrmehê de diguhere û di Îlonê de hejmara herî zêde ya kuştiyan hat tomarkirin.
Banga rawestandina kiryar û binpêkirinan
Çavdêriyê bang li rayedarên pêwendîdar kir ku gavên cidî bavêjin. Hat xwestin ku belavbûna sûcan kêm bikin, bi riya lêpirsîn û hesabpirsîna ji kesên têkildar û misogerkirina mafên kuştiyan û malbatên wan ên ji bo edalet û dadweriyê. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya pêşxistina mekanîzmayên ji bo belgekirina sûcan û weşandina daneyên têkildar bi rêkûpêk. Her wiha xurtkirina parastina jin, zarok û sivîlan, kêmkirina belavbûna çekan û xurtkirina serweriya qanûnê da ku pêşî li sûcdaran bigrin, nikaribin ji ceza birevin.