‘Tirkiyeyê 400 leşkerên bi pere birin Başûrê Kurdistanê’

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku Tirkiye di berdêla mehane 3 hezar dolarî de 400 leşkerên bi pere ji Sûrîyê birine Başûrê Kurdistanê ku li dijî PKK’ê şer bikin.

Navenda Nûçeyan - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, di nûçeya xwe ya ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye de, ragihand ku Tirkiyê 400 leşkerên bi pere ji Sûriyê birine Başûrê Kurdistanê, da ku li dijî PKK’ê şer bikin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Tirkiye ji bo 400 endamên komên paramîlîter ên bi navê “Al- Sulta Suleyman Şah”, “Al-Hamzah” û “Al-Sultan Murad” yên li Sûriyeyê di bin kontrola xwe de ne, 2 hezar û 500 heta 3 hezar dolar pêşniyar kiriye, ku beşdarî êrişê bibin.

‘Qismek leşkeran hatin girtin’

Di nûçeyê de ev tişt hatin gotin:

“Çavkaniyên SOHR’ê dan zanîn ku rayedarên Tirk zextê li sedan leşkeran dike ku li çiyayên Herêma Kurdistanê li dijî ‘Partiya Karkerên Kurdistanê’ (PKK) şer bikin. Rayedarên Tirk, şert û mercên zehmet û mûçeyên kêm ê komên ‘Artêşa Neteweyî’ li leşkeran ferz dike îstîsmar dike û beşekê wan bi pereyan neçarî şer dike. Li gorî agahiyan, beşeke şervanan ji hêla ‘Partiya Karkerên Kurdistanê’ ve hatine girtin û yên din beşdarî pevçûnan bûne.”