YJŞ: Bersiva rast a li dijî dagirkeriyê parastina cewherî ye

Yekîneyên Jinên Şengalê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya pengava xweparastinê da diyarkirin û got: “Bersiva rast a li dijî dagirkeriyê feraseta parastina cewherî ye.”

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe bi ‘Deklerasyona Xweparastinê’ ya ji aliyê KJK û PAJK’ê ve hatiye îlankirin û pêngava ‘li dijî qirkirina jinan bibin dengê xweparastinê’ ya ji aliyê TAJÊ ve hatiye destpêkirin, diyar kirin.

Daxuyanî wiha ye;

‘Bersiva rast a li dijî dagirkeriyê feraseta parastina cewherî ye’

“Roja îro di rastiya cîhanê de netew dewletên bi dagirkerî û talankirina xwe ve tên naskirin, hêzên tarî û yên ku xwedî berjewendiyane, dixwazin hin qewmê cuda, baweriyên kevnar yên ne li gorî olperestiyê ye û çanda berxwedêre tune bikin. Ger nekaribin tune bikin jî, vê carê dixwazin cewherê vê rastiyê vala bikin. Em hemu jî baş dizanin ku li hemberî vê rastiyê tenê bersivek û seknekî rast heye; ew jî di bingeha azadiyê de feraseta parastina cewherî ye. Dîsa rêxistinbûyîna parastinê ye û gava êriş hate jî, vê carê li ser esasê parastina cewherî ketina nava şerê berxwedaniyê ye. Di vê wateyê de li ser hîmê parastina cewherî deklarasyona ku ji aliyê tevgera jinên azad KJK ve pêşketiye watedar dibînin. Wekî jinên Êzîdî beyan dikin ku em jî di nav vê ferasetê û hewldanê de ne. Bi taybetî kampanyaya TAJÊ a ku ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xwe parastinê’ wekî YJŞ em piştgirî dikin, ne tenê piştgirî dikin, bi hemu hebûna xwe wekî hêzên leşkerî yên jin rê û rêzanê parastina cewherî re amede ne. Û di vê bingehê de em xwe perwerde dikin, rêxistin dikin û vê ferasetê xwe têr û tijî dikin. Em didin diyarkirin ku, çi xebatên ku li ser esasê parastina cewherî pêş bikeve emê wekî jinên Êzidî aktif tevlî bibin û  di vê wateyê de em careke din diyar dikin ku çi erk û berpirsiyariya dikeve ser milê me em amade ne.

‘Di dîrokê de gelek jinên Êzidî hene ku mînaka berxwedanê ne’

Wekî civaka Êzîdî û jin her tim em di nav lepê qirkirinê de hatin girtin. Qasî ku me serê xwe rakir ew qasî pênçik hate tengkirin û ev xak bi xwîna me hat av dan, lê belê li hemberî fermanan berxwedaniya ku civaka me û taybet jinên Êzîdî raber kirine hêjaye em bînin bîra xwe. Di her mertebê de jinên Êzîdi berxwedêriyê ve bûne pêşeng. Xunava Zoro di welatê Xalta de li hemberî artêşên Osmaniya rawestî û bu sembola berxwedêriyê ye. Zerîfa Osê li çiyayên Şengal’ê li hemberî arteşên Osmaniya hemu civak xist nav tevgerê, çiyayên Şengalê ji bo paşayên Osmaniyan kir goristan. Sitiya Ez, li hemberî zîhniyeta mêr a ku jinê nedîtî dihesibîne serî rakir û li beramberî vê rastiyê parastina hebûna îradeya jin kiriye. Xatûna Meyan jî zekaya xwe ya çalak, qabiliyeta dîplomasiyê ve, di bunyeya Iraqê de fermîtiya baweriya Ezdatiyê, da qezençkirin. Dîsa Binevş Agal bi felsefeya Apoyî ew neviyên Osmaniyan ya ku bi navê dewlet û artêşa dewleta Tirk a faşîst li hemberî dagirkeriyê li ser erdnîgariya Mezopotamyayê bu sembol û pêşenga serhildanan. Her wiha hîna gelek jin bi berxwedaniya xwe dîrok nivîsandiye û ji me re mîrasek mezin hiştine. Di vê wateyê de felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ herî zêde ji bo jinên Êzidî hişmendiya ‘Xwebûnê’ tîne bîra mirov. Em wekî hêza parastinê YJŞ di bin her mercê de di bin banê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ yê hevbeşiya Jinên Êzîdî, hevbeşiya gelên li Şengal’ê de li hev kom bûne de xwe berpirsiyar dibînin. Bi vê awayî hem di nava Şengal’ê de, hem jî li derveyî sînorê Şengalê ji bo pir jinan, emê bibin hêz û bawerî.

‘Ger di destê jinan de çeka azadiyê nebe çi dibe me bi êş dît’

Li ser vê esasî em tu carî xwe bê parastin nahêlin. Di fermana 74’emîn de civak û jinên Êzidî  bê parastin hiştinê ve qirkirinek çawa de derbas bûn me bi çavan dît. Şirîkbûna PDK’ê ya bi DAIŞ’ê re li dijî jinên Êzidî tiştên ku dayî jiyankirin hîna jî di hişê me de zindî ne û birînên me hîna qalik negirtine. Em wekî jinên Êzidî dema ku parastina cewherî a jina nebe, jin dikeve çi halî, di bazaran de çawa tên firotin, çawa dikevin rêya koçkirinê, çawa tên ber bi sînorê mirinê ve, bi şiklê herî dijwar, herî bi şewat em dizanin. Dîsa dema ku di destê jinan de çeka azadiyê nebe, di navbera dewlet û destbirakan de çawa dibin mijara bazaran, bi aqliyeta mêran ve çawa dibe amûra dagirkeriyê herî zêde em dizanin. Ji ber herî zêde êşa wê me kişand. Me dît ku nasname û bedena jinê vedigerînin amûrên îstîsmarê. Hemu ev rastiyên ku em rêz dikin û ji vê jî zêdetir me bi awayek bi êş encamê wê di dema fermana 2014’an de me dît û me jiyan kir.

‘Ferman xilas nebûye’

Lê em vê rastiyê tu car jibîr nekin ku dawiya fermanê hîna ne hatiye. Di roja îro de di serî de artêşa dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî êrişên xwe li ser Şengalê didomîne. Qada Şingalê wek qada dagirkirî dibîne û îradeya civaka Êzîdî nedîtî di hesibîne. Ji xwe ev bi serê xwe tê wateya berdewamiya fermanê. Dîsa PDK di hindir û derveyî Şengalê de li hemberî civaka Êzidî û jinên Êzidî bi polîtîkayên xwe yên qirêj hewl dide fermanê temam bike. Di vê wateyê de ew peymana ku di navbera Tirkiye, PDK û Bexdayê de hate mohrkirin ya 9’ê Cotmehê qilifekî hiqûqiye da ku fermanê bihûnîne. Piştgirî kirina welatên cîhanê ya vê peymanê em wek berdewamiya fermanê dibînin. Lewma em dibêjin ‘ferman xilas nebuye.’ Ji bona vê em wek jinên Êzîdî di xeta parastina cewherî de li hemberî pergalên faşîst ê ku tevkujî ya jin dike, têkoşîna xwe mezin kirin û biryardariya xwe hemberî fermanan sekinandinê ve nû dikin. Lewma em helwesta xwe nîşa dikin ku em projeya rêveberiya cewherî re piştgirî dikin û em bang dikin ku hemû civak û jinên Êzîdî li hemberî dagirî, koçberî, êriş û planên qirêj re dengê xwe bilind bikin, hevbeş bin û di xeta parastina cewherî de hemu kes berpirsiyarî hilbidin.

‘Li beramberî zayendiya civakî dem dema xweparastinê ye’

Bê guman dagirkeriya li hemberî jin, tiştên ku jin pê re rû bi rû dimîne netenê jî hêla hêzen derve de tê. Dibe hêzên derve desthilatdariya mêr tehrîk dike, teşwîq dike û mezin dike. Lê em ji bîr nekin ku îro di civaka me de jî hişmendiya zayendperestiyê ango serweriya mêr jî xwe bicih kiriye. Zayendperestî xwe dispêre desthilatdariya mêr. Li gor vê hebûn û nasnameya jin tune tê hesibandin. Mixabin di nava me de jî bûyerên weke qetilkirinên jin, zextên li ser beden û derûniya jin, xizanbûna tê jiyîn, jinê biçûk dîtin, êrişên li ser amûrên dîjîtal, zewacên zarokan, pir jin anîn, tundiyên hundirê malbatan, di bin navê namus û exlaq de tişta ku ji bo jin tê sepandin diqewime. Li beramberî zayendiya civakî em dibêjin dem dema xwe parastinê ye. Em çiqasî xwe neparêzin, bi beden, ruh û nasnameya xwe emê têkevin nav lepê qirkirinê û wê ev dem zayendparêziya civakî bi dawî nebe. Li ser vê esasî ew kampanyaya ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) destpê kiriye em weke YJŞ jî, ji bo xwedî derketina pêngava ‘li hemberî tevkujiya jin, bibe dengê xwe parastinê’ emê bi hiş, zanyarî, rêxistinîbûn, îrade û hêzekî mezin tevlî bibin. Ango em çiqasî xwe zane bikin, rêxistin bikin di heman demê de emê ewqas xeta parastina rewa derxînin pêş. Encex ew dem em dikarin xwe biparêzin û nasnama jin azad bikin. Wê demê em dikarin bêjin ewê jin bi jiyanê bibe yek û jin û jiyan azad bibe.

‘Parastina cewherî wê bibe bingeha rênîşana me’

Em carekê din dubare dikin xweparastin ji bo jinên Êzidî jiyanî ye. Em weke kesên xwediyê vê xakê ne; tu carî dagirkeriyê, zilmê, xiyanetê û her cûre êrişên bê ser me, qebûl nakin. Bi taybet jî li hemberî her cûre pergala serdestiya mêr û zayendpereziya civakî qebûl nakin û em dibêjin ewê parastina cewherî bibe bingeha dîrektîfa me, rênîşana me. Em jin di mal, gund û her cihê jiyana xwe de pêwîste mafê xwe yê parastina rewa bi karbînin. Ev mafê me yê jiyanî yê û herî xwezayî ye. Li ser vê bingehê, helmeta TAJÊ a ji bo parastina cewherî daye diyarkirin em weke hêzên parastina jinên Êzidî YJŞ, carekî din bi awayek aktîf tevlîbûna xwe ji vê kampanyayê re beyan dikin. Bang dikin ji hemû jinên Êzidî û Ereb wek jin têkoşîna xwe ya hebûnê bidin. Û dîsa em bang dikin ku em bi hev re têkoşîna parastina cewherî pêş bixin. Em dibêjin ev têkoşîn, hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide tekoşîna hemûyane.”