'Serkeftina hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê dê bandorê li Şengalê jî bike'

Endama TAJÊ Edûl Şemo diyar kir ku hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê ya di hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de wê bibe sedema hilweşîna PDK'ê jî û got, "Ger hêzên demokrasiyê li Tirkiyeyê bi ser bikevin, wê bandorê li Şengalê jî bike."

HÊVÎ EZDA

Şengal – Ji Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya 28’an a Parlamenteriyê ya ku wê di 14’ê Gulanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk were çend roj mane, nirxandinên ji gelek qadan dewam dikin. Gelê Şengalê û Êzidiyên ku di hedefa êrîşên dewleta Tirk de ne, di heman demê de hemfikir in ku ji ber polîtîkayên dagirkeriyê yên hikûmeta AKP-MHP’ê encamên hilbijartinê wê bandorê li hemû gelên herêmê bike.

Endamê TAJE’yê Edûl Şemo diyar kir ku divê gelên Tirkiyeyê polîtîkayên hikûmetê li ser wan dimeşîne bibîr bînin û wiha biçin ser sindoqan û got, “Divê gelê Bakurê Kurdistanê erdhejê ji bîr neke, hemû polîtîkayên faşîst ên hikûmetê yên li dijî wan bi bîr bîne û li gorî wê dengê xwe bidin. Erdoganê faşîst, dixwaze bi xwîn rijandinê desthilata xwe li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê misoger bike.”

'Serkeftina Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê bibe serkeftina Şengalê'

Edûl Şemo da xuyakirin ku serketina li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê wê serketina Şengalê jî be û got, “Rejîma faşîst a Erdogan her roj êrîşî zarok, sazî û meclîsên me dike. Me pêşengên xwe yên weke Mam Zekî, hevalê Zerdeşt, Dijwar, Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd kirin. Ger hêzên demokrasiyê li Bakur bi ser bikevin wê gel bêhna xwe bigire. Ev jî bandorê li têkoşîna xweseriya Şengalê dike.”

‘Hilweşîna faşîzma AKP’ê, hilweşîna PDK’ê ye’

Edûlê Şemo, anî ziman ku êdî gel sîstemên faşîst û monîst qebûl nakin û wiha dewam kir: "Divê em şehîdên xwe biparêzin. Êdî gel nikare bi vî rengî bijî. Erdogan ji bilî reng, ala, ziman, baweriya xwe, ti kesî qebûl nake. Hilweşîna faşîzma AKP'ê ya MHP'ê ya PDK'ê ye. Ji ber ku PDK hevkarê rejîma faşîst a Erdogan e. Banga me ji hemû Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê û yên li derveyî welat ew e ku tenê li ser serkeftinê bisekinin. Êzidî û hemû bindest wê bi ser bikevin."