Serhildana 'Jin, jiyan, azadî' tevî zextan jî didome

Li Îranê hikûmeta Îranê ji bo tepisandina serhildanên ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir û berdewam dike, polîtikayên wek komkujî, îşkence, girtin û li dibistanan jehrîkirinê didomîne, jin û gel çalakiyên xwe didomînin.

Navenda Nûçeyan- Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir, 8 meh in berdewam dike. Bi destpêkirina xwepêşanan re, rayedarên hikûmeta Îranê bi taybetî darvekirin, li dibistanan bûyerên jehrîkirinê, îşkence, binçavkirin, li ser gelek beşên civakê polîtîkayên zextê xistine meriyetê lê belê gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ku gav paşve neavêtin, ji roja destpêkirina çalakiyan heta niha li qadan hewl didin dengê xwe didin bihîstin.

Wesayîda ku yekane çavkaniya debara wê ye hat desteserkirin

Çalakvana mafên jinan a li dijî hicaba ferzkirî Surî Babaî Chegînî jî rojên borî li ser hesabê xwe yê Instagramê vîdyoyek weşand û bal kişand ku wesayîda wê ku yekane çavkaniya debara malbata wê ye hatiye desteserkirin. Di peyamê de wiha hat gotin: "Kurê min ji bo ku pereyê wesayîdê bide diçe bajarê Muhemediyê yê parêzgeha Qazwînê û li wir wesayîda ku kurê min bi kar tîne ji aliyê rayedarên edlî ve tê desteserkirin. Her wiha tê îdiadikin ku gelek cezayê pere yê wesayîdê heye."

‘Ez ê neçar bimînin gurçika xwe bifiroşim'

Surî Babaî Chegînî diyar kir ku di meha Nîsanê de bi kefalet hatiye berdan, da zanîn ku her wiha hevjînê wî Riza Behrouzî jî ji ber ku rexne li Xamaneyê kiriye, mehkûmê salekê cezayê girtîgehê û 10 milyon dolar cezayê pere hat kirin. Surî Babaî Chegînî ya behsa zêdebûna hejarî û bêkariyê li Îranê kir, wiha got: “Hevjînê min karker e lê em nikarin debara xwe bikin û wesayîda ku yekane çavkaniya debara me ye, hat desteser kirin. Ger wesayîda min neyê dayîn ez ê neçar bimînim gurçika xwe bifiroşim."

'Ez edalet û wekheviyê dixwazim'

Surî Babaî Chegînî bal kişand ser zextên Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî jinan û hemwelatiyên Îranê û wiha got: “Me ji bo hemû beşên civakê ji bilî edaletê tiştekî din nexwest. Gelo em ji ber ku xwest cudatî û bêedaletiyê li Îranê ji holê rakin, sûcdar bûn? Welatiyên li Îranê, ji aliyê hezên Sipahî û Besîcê ve rastî zextan tên. Em vê zilmê qebûl nakin û heta ev zilm bi dawî bibe em ê dengê xwe bidin bihîstin. Ez ji bo mirovan edalet û wekheviyê dixwazim. Dixwazim bêedaletiya aborî ya yê jiyîn jî protesto bikim.”

Hunermendên jin bê hîcab beşdarî çalakiyan bûn

Lîstivana sînemayê û Tiyatro ya Îranê Shagaig Dehghan û Baran Kothari, li dijî hîcaba bi zorê beşdarî çalakiyên cur be cur bûn û bal kişandin li ser têkoşîn jinan. Baran Kothari, di rojên borî de bê hîcaba zorê beşdarî merasîma cenazeyê Hossam Mahmoudî bû wêneyek xwe yê bê hîcab weşand. Shagaig Dehghan jî şeva borî bê hîcaba bi zorê beşdarî merasîma pirtûkan ya pirtûkxaneya Phoenix ya girêdayî kafeya pirtûkan bû. Shagaig Dehghan berî jî li cihên ku ji giştî re vekirî bê hîcab çend dîmen dabû. 

Doz li jinên ku qanûna hîcaba bi zorê red kirin hat vekirin

Ji hunermendên Îranê Panthea Bahram ji ber qurala hîcaba bi zorê red kir, ji sûcên ku hatiye îsbatkirin ji bo parastina xwe bike gazî hat kirin ku biçe dozgeriyê. Panthea Bahram  li ser hesaba xwe a medyaya dîjîtal Istagramê de parvekirina xwe bi etîketa ‘Jin Jiyan Azadî’ da zanîn ku wê biçe serdogeriya Tahran ya çand û medyayê. Panthea Bahram, aşkera kir ku bi hinceta ku hîcaba bi zorê li serê xwe nekirine ji aliyê navenda zanyariyan a Polîsan a Tahranê ve der barê wê û Ketayoun Riahi doz hatiye vekirin.

Di rojên borî de Ketayoun Riahi ji bi etîketa ‘Jin Jiyan Azadî’ gotibû ji dadgehê gazî wê kirine. Di sînemaya Îranê de aktivîstên bi nav û deng Ketayoun Riahi bi sernîvîsa ‘Tu ne bi tenêyî’ dû çîrok weşan û piştgirî da lîstokvanan.