Li Eyn Îsayê qetilkirina Ala Mistefa Tahir hat şermezarkirin

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê û Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê qetilkirina Ala Mistefa Tahir şermezar kirin.

Eyn Îsa – Di 11'ê Gulana 2023'an de jina bi navê Ala Mistefa Tahir ya 22 salî di hundir mala xwe de ya li navçeya Eyn Îsa li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekê ku hatiye qetilkirin, hat dîtin. Rêxistin û saziyên jin yên navçeya Eyn Îsa li dijî qetilkirina Ala Mistefa Tahir du daxuyaniyên cuda dan.

Rêxistina Sara: Divê were aşkerekirin

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê helwesta xwe ya li dijî bûyerê anî ziman. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara Ehlam El-Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di  11 Gulana 2023'an de li navçeya Eyn Îsa jina bi navê Aala Mistefa Tahir bi rengekî hovane hat qetilkirin. Aala bi rengekî der mirovî di şert û mercên veşartî de hatiye serjêkirin. Em weke Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê cînayeta ku bi rengekî zanebûn hatiye kirin û tevahî sucên li hember jin bi tundî şermezar dikin. Em ji cînayetên bi vî rengî matmayî dimînin û bi taybet jî ku heta niha sedem nehatine zanîn. Ji lewra em dibêjin divê ku êdî mijara qetilkirina jinan were nasîn û bi civakê re were parvekirin da ku dawî li van sucan were.

Em careke din soz û berpirsyariya xwe ya li hember jinan nû dikin û emê xebatên xwe yên ji bo rawestandina tundiya li ser jin ku dibe sedema parçebûna civakê, dewam bikin. Her wiha em teqez dikin ku emê li gel sazî û rêxistinên pêwindîdar rola xwe bilîzin da ku qatil cezayên pêwîst bigre û ji bo kesên din jî bibe ders. Em weke Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jin bi nûnertiya tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz dikin ku tevahî hurguliyên cînayetê werin eşkere kirin. Her wiha em daxwaz dikin ku bi rengekî lezgîn zagonên ku wê asta tundiyê kêm bike û jinan biparêze werin raghandin.”

Kongra Star: Jin jiyan e!

Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Hedle Hac Mislim ve hat xwendin. Di daxuyaniya Kongra Star a navçeya Eyn Îsa ya herema Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha hat gotin:

“Em weke jinên navçeya Eyn Îsa qetilkirina jina bi navê Aala şermezar dikin. Ala ya 22 salî di mala xwe de ji aliyên hîn kesan ve û li ber çavên zarokên xwe bi rengekî hov hat qetilkirin.

Qetilkirina jinan û meşandina tundiyê li ser wê, ji aliyê hişmendiya mêrê serdest û baviksalar dewam dike. Cînayetên bi vê rêbazê xeteriyeke mezin li ser rastî, nirx û exalqê civakê ava dike. Emê jî weke Rêxistina Kongreya Star û tevahî jinên navçeya Eyn Îsa li hember van sucan bê deng nemînin. Emê têkoşîna xwe ya li hember hişmendiya ku hewil dide bi hemû rêbazan hebûn û vîna jinan têk bibe, bilind bikin. Li ser vê bingehê em daxwaz dikin ku hurguliyên cînayetê were eşkere kirin û cezayên herî tund jî li qatilan werin birîn.”