YSK pusalayên bi nîqaş qebul kir

Di hinek pusulayên dengdayînê de mohra li wan hatiye xistin, li ser navê namzetan xuya dikir. YSK’ê biryar da ku heke ev mohr li ser beşa navê namzetan lê ye xuya bike jî dê werin qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan – Di gelek pusulayên dengdayînê yên ji bo hilbijartina serokkomariyê de mohra li piştê hatiye xistin, di rûyê pêş de li ser beşa navên namzetan xuya dikir. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) derbarê mijarê de daxuyanî da.

Daxuyanî piştî serlêdana itiraza Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) hate dayîn û wiha hate gotin: “Mohra ku lijneya sindoqan li pişta pusulaya dengan xistî û li pêşiyê weke şopa murekkepê xuya dike, nayê wê wateyê ku deng ji bo wî namzetî hatiye dayîn. Bi vî awayî nayê fêmkirin. Bi awayekî eşkere hatiye gotin ku heke di wê pusulayê de deng ji bo namzetekê din hatibe dayîn, ew deng dê neyê şewitandin.”