Qutbûna pêwendiyê li Sûdanê rê li ber gihîştina alîkariyê digre

Ji ber pevçûnên berdewam li Sûdanê qutbûna pêwendiyê bandoreke neyînî li gihîştina alîkariyan û jiyana karsaziyê dike û her wiha dibe sedem ku malbatên li heremên cuda dijîn agahî ji hev negirin.

MAYSA AL QADÎ

Sûdan – Pevçûnên berdewam ên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li gelek deveran li Sûdanê dibin sedema pirsgirêkan. Yek ji van pirsgirêkan karûbarên pevguhaziyê ye ku pir caran tên qutkirin. Tevî ku li hinek herêman pêwendiya telefon û înternetê tê dayîn jî bi taybetî li Xartûm, El Cezîre û hinek eyalet û bajarên herêma Darfûrê, dîsa jî ev pirsgirêk heye. Astengiyên di karûbarên pevguhaziyê de her wiha bandoreke neyînî li gihîştina alîkariyê ji rêxistinên mirovî û karûbarên bankayê kir. Li welatê ku bi mehan e danûstandina bankaya mobîl nehatiye pêkanîn, hinek bankeyan xizmetên xwe rawestandin.

Fatima Muhammad a ku li Xartûmê ji cihê xwe bûye diyar kir ku pirsgirêka pevguhaziyê wê jî mexdûr kiriye. Fatima Mihemed diyar kir ku ew di pîşesaziya kozmetîkê de xizmetê dike û got: “Li herêma ku ez dijîm torên înternetê hatin sererastkirin lê belê, carna baş e û carna jî lewaz e. Ew rewş karê min bi neyînî bandor dike. Em hem di gihîştina serîlêdanên bankayê de, hem jî nikarin baş bi malbatên xwe re têkilî daynin. Ji bo ku ji derve alîkariya aborî bigrim min serî lê da.”

'Em nikarin bigihîjin alîkariyan'

Rogina Abdullah jî diyar kir ku hinek endamên malbata wê li Xartûmê mane lê ji ber qutbûna pêwendiyan nikare bi ferdên malbatê re têkiliyên saxlem deyne û wiha pê de çû: “Ji ber ku şer li Xartûmê didome, em bêkar mane û ji derve alîkariya madî digrin. Lê belê, ji ber qutbûna înternetê em nikarin bigihîjin alîkariyê. Ji ber ku gelek kes nikaribûn kiraya xwe bi riya şandina bankayê bidin, neçar man malên xwe biterikînin û biçin li dibistanan bi cih bibin."

Rogîna Ebdullah anî ziman ku wê xwestiye dest bi karekî bike lê ji ber qutbûna pevguhaziyê nikaribûye dest bi kar bike û wiha bi dawî kir: “Li hinek herêman xizmetguzariya pevguhaziyê hatiye vegerandin, lê lewaz e. Bi taybetî li herêma me, mirovan dikaribûn bi hev re têkilî daynin lê li Xartûmê hê jî pevguhezî kêm e."