Jinên Colemêrgê: Dê serkeftin a me be

Li Colemêrga ku bi hezaran hilbijêran ji derve anîne lê bi cih kirine, gel bi biryar e tevî hîleyan jî bi ser bikeve. Jinên Colemêrgê bi gotinên; “Dê serkeftin a me be” diyar kirin ku ew ê qeyûman ji bajar û navçeyên xwe bişînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg- Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê 31’ê Adarê ango sibê hilbijartinên herêmî pêk tên. Desthilatdariya ku bi qeyûman îradeya gel tune dibîne, niha jî bi hilbijêrên ku ji derve anîne, xeyal dike ku di hilbijartinê de bi ser bikeve. Vê hîleya ku bi taybetî li bajarên Kurdistanê serî lê dixe, dibe sedema berteka gel. Yek ji cihên ku leşker, polîs û cerdevanan ji bo deng dibin bi cih dikin Colemêrg û navçeyên wê ne.

Li bajarê ku bi hezaran hilbijêran ji derve anîne û lê bi cih kirine, gel benavber dixebite. Jin diyar dikin ku ew ê ji 8’an 8 bi dest bixin, xwedî li dengên xwe derbikevin û bang li şêniyan dikin ku neyên lîstikên desthilatdariyê.”

Têkildarî mijarê me bi jinên Gever û Şemzînanê re hevdîtin kir, diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê ji sindoqan îradeya wan derkeve.

‘Ev gel bi lîstikên wan nayê xapandin’

 Jinên ku me mîkrofonê dirêjî wan kir wiha gotin:

Gulbeyaz Muhçîn: Gelê me pir bi heyecan e. Bi îzna Xweda em ê hemû qeyûman bişînin. Em dibînin qeyûm bi komên xwe re li her derê reklama xwe dikin. Çima beriya hilbijartinê wiha nedigeriyan û reklama xwe nedikirin? Pereyê gel didin gel, dengan dixwazin. Ji bo vê yekê wesayîdên şaredariyê yên nava bajar pere ji rêwiyan nagirin lê çi dibe bila bibe ev gel dê qeyûman bişîn. Ez bang dikim; kî li ku derê be bila dengê xwe bide. Kesên li derveyê bajar in jî bila werin dengê xwe bidin. Bila kes dengê xwe neşewitîne, ev hilbijartin ji bo me pir pîroz û girîng e. Dê serkeftin a me be. Ên ku heta niha behsa gel nedikirin niha derketine digerin, ji bo hilbijartinê pere dirjînin lê em nayên xapandin. Em ê qeyûman bişînin.

‘Roja hilbijartinê em ê bersiva herî pêwîst bidin’

Medya Tek: Em ê ji bo xwe, Kurdbûna xwe û zimanê xwe qeyûman bişînin. Em ê wan ji bajar û navçeyên xwe bişînin. Em ji her kesê re dibêjin û wan îqna dikin. Em dizanin em ê bi ser bikevin. Qeyûman ji bo vê derê tiştek nekirin. Em diwazin xizmeta ku mafê me ye ji me re were kirin. Dengê me ji bo me her tişt e. Em ê ji bo kesên dengê me bi qîmet nabînin di vê hilbijartinê de bersiva herî mezin bidin.

‘Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’

Şîlan Dursun: Gel bi pir coş e, em dizanin ku em di hilbijartinê de serkeftî bin. Em dizanin em ê hemû navçeyên Colemêrgê bigrin. Qeyûm tu carî ji bo vî gelî xizmet nekir. Ez ji gund têm, hûn riyên gund bibînin, hemû xirabe û bi herî ne. Ji bo gundên li ser navenda bajar jî tu wesayîda giştî tune ye. Em bi texsiyên tîcarî diçin tên. Di vê hilbijartinê de em ê bi ser bikevin. Tu kes nikare bi qeyûman vî gelî têk bibe. Em ê hem bixebitin hem jî bi ser bikevin.

‘Bila gel rastiyê bibîne’

Belgîn Polat: Ez ji hemû namzedên me re serkeftinê dixwazim. Em ê hemû bixebitin û bi ser bikevin. Divê her kes li dijî van qeyûman û zilmê serî rake. Bila her kes xwedî li dengê xwe derkeve, tu cih ji wan re nehêle. Bila gelê Kurd rastiyê bibîne êdî, dijminên xwe neparêze û li ba wan cihê xwe negire. Bila li kolanan reklama wan neke. Em bi xwe dizanin û xwe nas dikin dengê me ji me re ye. Çi dibe bila bibe em li vê derê ne û naçin, kesên biçin ew in.