Nora Omer: Hebûna aboriya jinan rê li ber azadiyê vedike
Nora Omer diyar kir ku saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan dê ji bo jinan xizmetên civakî, derûnî û hiqûqî pêşkêş bike û ji bo bidestxistina serxwebûna aborî piştgiriyê bide wan.
RONÎDA HACÎ
Hesekê— Pirsgirêkên civakî û aborî, nebûna derfetên wekhev li bazaran, paşxistina jinan û zext û tundiya li dijî wan, çend ji astengiyên sereke ne, jin di jiyana xwe de bi wan re rû bi rû dimînin. Di vê çarçoveyê de, Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan li Hesekê di 22 ‘ê Tebaxê de hat vekirin. Navend hewl dide bi xebatên xwe, bi riya xizmet û bernameyên cuda ji van pirsgirêkan re çareseriyê bibîne.
Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan ji aliyê Desteya Rêveber a ji 7 kesan pêk tê ve tê birêvebirin. Di nava encumenê de seroka Desteya Rêveber , cîgira wê, xezînedar, sekreter û 3 endamên encumenê cih digrin.
Sazî ji bo jinan gelek xizmetên civakî û pêwîst pêşkêş dike. Di nava van xizmetan de şêwirmendiya qanûnî, rêberiya derûnî û Komîteya Lihevhatina Malbatan hene.
Têkildarî vê mijarê endama Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan Nora Omer diyar kir ku navend bi armanca bersivdayîna pirsgirêkên civakî û aborî yên jinan û piştgiriya ji bo wan hatiye avakirin. Nora bal kişand ser girîngiya serxwebûna aborî ya jinan û got ku jin bi hebûna aboriya xwe dikarin li hemberî zextan bisekinin, di warên civakî, aborî û siyasî de roleke çalaktir bilîzin û got: “Avakirina navendê bi guhertinên civakî û aborî û zextên ku di vê qonaxê de li ser malbatan, bi taybetî li ser jinan zêde bûne re têkildar e.”
Ji bo bihêzkirina jinan perwerdeya dîjîtal
Di çarçoveya xebatên saziyê de, pêşxistina jêhatîbûnên jinan jî cihekî taybet digre. Di vê çarçoveyê de Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan ragihand ku dê kursa berfireh a bernameyên bingehîn ên nivîsgehan ên Microsoft Office bê dayîn.
Kurs dê di bin çavdêriya mamoste Mihemed Îsmaîl Abdullah de bê lidarxistin. Li gorî agahiyên ku me ji saziyê girt, qeydan ji 18’ê Tebaxa 2026’an dest pê kirine dê tenê hejmareke diyarkirî ya beşdaran bên qebûlkirin. Xerca beşdariyê 300 hezar lîreyên Sûriyeyê ye
Ji bo jinên rastî şîdetê hatine xizmetên derûnî û civakî
Nora Omer got ku piştgiriya ji bo jinên rastî tundiyê hatine, yek ji mijarên sereke yên saziyê ye. Di vê çarçoveyê de dê bi jinan re civîn û hevdîtinên piştgiriya derûnî û civakî bên lidarxistin û wiha berdewam kir: “Sazî dê di warên civakî, tenduristî, hiqûqî, parastin û mafên jinan de xizmetan bike. Armanc ew e ku jinên rastî tundiyê hatine bikaribin bi piştgiriya pêwîst bandorên tundiyê derbas bikin û vegerin jiyana civakî.”
‘Serxwebûna aborî pêdiviyeke bingehîn e’
Nora Omer bal kişand ser girîngiya hêzdayîna aborî ya jinan û got ku serxwebûna aborî di vê qonaxa hestiyar de ji bo jinan pêdiviyeke bingehîn e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jin dema ku serxwebûna aborî bi dest dixin, dikarin xwedî deng bin, li hemberî zext û guhertinên ku bi wan re rûbirû dimînin bisekinin û di qadên cuda yên jiyanê de beşdariya xwe zêde bikin. Di vê çarçoveyê de, sazî dê bernameyên perwerdeyê, xebatên, ji bo dahatê û piştgiriya projeyên biçûk û navîn pêşkêş bike. Armanc bi van bernameyan ew e ku jin bi hêza aborî tevlîbûna qadên civakî, aborî û siyasî zêde bikin û di qonaxên biryargirtinê de roleke çalak bilîzin.”
Berfirehkirina xizmetan
Nora Omer her wiha diyar kir ku dê sazî di demên pêş de xizmetên xwe berfireh bike û ji bo gihandina xizmetan ji jinên li deverên cuda re, nivîsgehên navendê li bajarên cuda bên vekirin û got: “Di heman demê de tensîq bi saziyên civaka sivîl, dezgehên hikûmetê û bazara taybet re dê têkiliyên hevkariyê ava bike da ku xizmetên pêwîst ji jinan re bên kirin.”
Nora Omer di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku armanca sereke ya Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistinan Jinan, gihîştina hejmareke mezintir a jinan, zêdekirina hişyariya wan û di warê derbasbûna astengiyên civakî û aborî de alîkariyê bike.