TAJÊ bi kesên ku ji destê DAÎŞ’ê rizgarbûne civînek li dar xist

TAJÊ di çarçoveya pêngava ‘Ji bo edalet û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ li Şengalê bi kesên ku ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgar kirin civiya. TAJÊ bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina rêxistinbûn û îradeya wan ji bo hesabpirsîna ji jenosîdê.

Şengal –  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pêngava bi dirûşma ‘Ji bo edalet û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ de, li navenda Şengalê civînek pêk anî. Civîn bi pêşengiya Koordînasyona TAJÊ û beşdariya jinên ji nava hovîtiya DAIŞ’ê rizgar bûne li komîna gel a Şengalê hate li dar xistin.

Civîn ku ji aliyê Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Rîham Hico ve hat birêvebirin, bal kişand ser girîngiya xurtkirina rêxistinbûna jinên rizgarbûyî û meşandina têkoşîneke hevpar li qada navnetewî.

‘Pêwîste rêxistinbûyîna me hîn bihêztir bibe’

Rîham Hico di axaftina xwe de destnîşan kir ku heta niha birînên dîlgirtiyên rizgar bûne nehatine pêçandin û got: “Her kes li ser dîlgirtiyan bazaran dike. Em wek tevger li dijî vê ne. Em dixwazin ew êşa hatiye kişandin kêm bikin. Li ser vî esasî bi dirûşma ‘ji bo edalet û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ me pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav hem ji bo azadiya dîlgirtiyan, hem jî ji bo edaleteke veguhêz a ku mafê van dîlgirtiyan werin dayîn hatiye destpêkirin.”

Rîham bi bîr xist ku di dema fermana dawî de jin û zarokên Êzidî rûbirûyî hovîtiyeke mezin hatine û kêfxweşiya xwe anî ziman ku îro ew jin xwe bi rêxistin dikin: “Em kêfxweş û serbilind in ku dîlgirtiyên me yên rizgar bûne xwe rêxistin dikin. Lê ev rêxistinbûna heyî divê hîn xurttir û bihêztir bibe. Gotinek pêşiyên me heye dibêjin, ‘tenê ji destekî deng naye’. Em jî wekî civak ger bûn yek, destê xwe da destê hev û tifaqa xwe çêkir, wê demê em dikarin zexteke navnetewî bikin.”

‘Îro pêwîstiya Şengalê bi hêza we heye’

Riham bal kîşand ser rola dîlgirtiyên rizgarbûyî û anî ziman ku beşeke girîng a jenosîda li ser gelê Êzidî li ser dosyayên dîlgirtiyan dimeşe û wiha domand: “Karekî giran li pişta we ye. Hûn bendekî jenosîdê ne. Dibe ku hûn ji bo tu saziyekê jî kar nekin, lê ji bo yekîtiya Êzidiyan divê hûn barekî hilgirin ser milê xwe. Îro pêwîstiya Şengalê bi hêza we heye. Ger we dengê xwe kir yek û xwe rêxistin kir, hûn ê bikaribin gelek tiştan ji bo berjewendiya civaka me bikin.”

Rîham her wiha da zanîn ku ew nêrîna di nava civakê de ya ku digot ‘ger dîlgirtî vegerin Şengalê wê bên kuştin’ îro bi saya têkoşîn û hebûna van jinan hatiye vala derxistin û got: “Zehmetiyên ku we jiyan kiriye we wan zehmetiyan veguherand îrade, xwekomkirin û jixwebawerbûnê. Hûn ji bo civaka xwe bûn hêza herî bi qewîm.”

Zexteke navnetewî ji bo naskirina jenosîdê

Der barê armancên pêngavê de jî Rîham diyar kir ku ew dixwazin xebatên dîplomatîk ne tenê li Şengalê, di heman demê de li Ewropayê jî hamleyeke berfireh bidin meşandin. Rîham da zanîn ku bi pêşengiya jinên Êzidî yên li Ewropa, Rûsya, Ermenîstanê û Sîwana Jinên Êzidî ya Almanyayê ew ê hewl bidin konferanseke dîlgirtiyan li Ewropayê li dar bixin da ku ji bo naskirina jenosîdê zextek were avakirin.

‘Ger em ji bo xwe kar nekin, kes ji bo me kar nake’

Berdevka TAJÊ bal kişand ser pirsgirêkên çaresernebûyî yên weke hestiyên şehîdan ên li tipa edlî û gorên komî yên hîn nehatine vekirin û got: “Tukes mafê me bi xêra xwe nade me. Ger em tekoşîna mafê xwe nekin, kes ji bo me kar nake. Em ê wekî tevgera jin heta dawiyê piştgiriya we bikin.”

‘Heta ku dîlgirtiyek di destê DAIŞ’ê de bimîne, ji bo me her 3’ê Tebaxê ye’

Emîra Xwedêda ya ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye, di civînê de behsa roja fermanê û êşên jiyayî kir û anî ziman ku hîn jî gelek jin û zarokên Êzidî di destê hovên DAIŞ’ê de ne. Emîra got: “Heta ku yek ji wan jî di destê DAIŞ’ê de bimîne, ji bo me her 3’ê Tebaxê ye. Ger dewlet bi erkê xwe rabûba, niha dîlgirtî nemabûn. Ji bo wê yekgirtina Êzidiyan ji bo me gelekî girîng e da ku em bikaribin zorê bidin dewletan.”

Civîn, piştî guhdarkirina nêrîn, pêşniyar û çîrokên jinên rizgarbûyî bi dawî bû.