Navenda Dara Zanebûnê bi sê zimanan perwerde dide zarokan
Navenda Dara Zanebûnê ya pêşketin û fêrkirina zarokan ku li Qamişloyê hatiye vekirin, bi 3 zimanan perwerdehiyê dide zarokan da ku bi riya bernameyên perwerdeyî û şahiyên nûjen jêhatiyên zarokan baştir bike û şiyanên wan bipêş bixe.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Navenda Dara Zanebûnê deriyên xwe ji bo zarokan vedike, perwerde û çalakiyên şahiyê di hawîrdorek ewle û afirîner de bi hev re dike yek. Armanca navendê ew e ku bi rêya bernameyên perwerdehiyê yên cihêreng û çalakiyên hunerî, çandî û werzîşî, şiyanên zarokan bipêş bixe. Navend hewl dide ku jêhatiyên wan baştir bike, evîna fêrbûnê xurt bike û beşdarî avakirina nifşek çandî û bi bawerî bibe. Rêveberiya Navenda Dara Zanebûnê Munîra Murad ji ajansa me re behsa girîngiya navendê û armanca wan kir.
Ji bo pêşxistina jêhatiyên zarokan
Munîra Murad behsa destpêka vekirina navenda Dara Zanebûnê kir û armanca navendê bi van hevokan anî ziman: “Ji sala 2010’an ve me dixwest ku em ji bo pêşxistina zarokan projeyeke wiha vekin, lê ew derfet tunebûn. Piştî şoreşa Rojava gelek derfet ji gel re hatin afradin da ku em civaka xwe bipêş bixin. Di sala 2025’an de me ev navenda Dara Zanebûnê ji bo pêşxistina zarokan vekir. Armanca me ji vekirina navendê, pêşketina zarokan û bi riya bernameyên perwerdeyî û şahiyên nûjen baştirkirina jêhatiyên zarokan û pêşxistina şiyanên wan bû.”
Ji 8 heya 18 salî zarok perwerde dibînin
Munîra Murad diyar kir ku zarokên temenê wan di navbera 8-18 salî de, cihê xwe di navendê de digrin û wiha berdewam kir: “Di navendê de gelek bernameyên perwerdeyî tên dayîn ji bo ku ew zarok pêşketî be, ji zarokatiya xwe de zanebûa wî/wê hebe. ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne. Me di navendê de gelek şax vekirine ku zarok û şagirt tê de fêr bibin, ji bo ku zarok pêşketina xwe bi destê xwe bike. Me şaxên weke muzîk, wênexêzî, werzîş û karete jî vekiriye. Em dibînin ku zarok di kîjan şaxî de jêhatî ye, em girîngiyê didin wan. Hin caran malbat zarokên xwe dişînin werzîşê, lê em dibînin ku zarok di muzîkê de hîn xurttir e em girîngiyê didin muzîkê û wê zarokê di warê muzîkê de hîn xurtir dikin.”
Zarok fêrî Kurdî, Erebî û Îngîlîzî dibin
Munîra Murad diyar kir ku di navendê de sê ziman tên dayîn, ev jî zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî ne. Munîra ragihand ku destpêkê zimanê Kurdî fêr dikin û wiha domand: “Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê dayîkê ye. ger fêrî zimanê dayîkê nebin wê nikaribin fêrî tu zimanan bibin. Piştre em wan fêrî zimanê Erebî û Îngilîzî dikin ji bo ku karibin têkiliyê bi havalên hewîrdorî xwe re deynin. Navenda me bi alîkariya malbatên zarokan xurt dibe ji ber ku aboriya me ya navendê hinekî lawaz e, her malbatek ku zaroka xwe di navendê de bicîh dike, alîkariyê dide navendê li gor wê pêdivî ji zarokan re tên peydakirin.”
Armanc dikin ku li bajarên din jî navendan vekin
Munîra Murad bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe di navenda Dara Zanebûnê de bicîh bikin ji bo ku zanebûn û jêhatîbûna wan hîn xurtir bibe. Munîra da zanîn ku di pêşerojê de dixwazin li gelek bajaran navenda Dara Zanebûnê vekin û wiha bidawî kir: “Wek li Amûdê, Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temir ji bo ku zarok li her derê bipêş bikevin û pêşerojeke saxlem dûrî tiştên bi zirar were avakirin. Bi hêvî me ku hemû malbat zarokên xwe di navenda Dara Zanebûnê de bicîh bikin ji bo ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û jêhatîbûnên wan hîn xurttir bibe û bipêş bikeve.”