Li Xezayê 263 kesan ji birça jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Xezayê, ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê birçîbûn lê heye, pênc Filistîniyên din ku du ji wan zarok in, ji birça jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Munîr el-Burş, derbarê kesên ku ji ber birçîbûnê li herêmê jiyana xwe ji dest dane de agahî da.
Munîr el-Burş tekez kir ku birçîbûna li ser Xezayê ku di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê de ye, hîn jî mirovan dikuj û diyar kir ku di 24 saetên dawî de pênc Filistîniyên din ku du ji wan zarok bûn, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê mirine.
Munîr el-Burş destnîşan kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê ji ber birçîbûnê mirine û hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirine gihîştiye 263 kesan ku 112 ji wan zarok in.