Li Xezayê li ser mafên tenduristiyê yên astengdaran konferansa neteweyî hat lidar xistin

Li Xezayê konferansa netewî ya li ser mafên tenduristiyê yên astengdaran hat lidarxisti û ji bo bidestxistina mafên wan ên tendûristiyê banga xebateke hevpar hat kirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Weqfa Qader a Filistinê bi armanca pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo xebata li ser sîstema sîgorteya tenduristiyê li ser esasê xebatên beşdar û entegre û ji bo ronîkirina rastiya mafên tenduristiyê yên astengdaran, konferansek neteweyî li dar xist.

“Ji bo pêkanîna pergalê pêwîstî bi xebateke hevpar heye”

Rêvebera Weqfa Qader a ji bo pêşxistina civakê, Lana El-Bendek got ku ji bo destnîşankirina pêşniyar, tedbîr û mekanîzmayên zelal û pêşkêşkirina komek gotaran ji hêla lêkolîner û pisporan ev konferans derfetek e û wiha pê de çû: “Armanca sereke ya konferansê pêşxistina pêşniyarên siyasetê û vekirina asoyên nû ji bo fêrbûna ji welat e da ku pergalê çêtir bixebite. Weqf berpirsiyariya piştgirîkirina kesên astengdar, misogerkirina gihîştina wan ji xizmetguzariyan re li ser bingehek wekhev digel yên din û destnîşankirina pêşiyên wan ên siyasî û xizmetguzariyê digire ser xwe. Weqf di wê baweriyê de ye ku astengdarî tenê pisgirêkek mafên mirovan e. Pêwîstî bi xebateke hevpar heye ji bo cîbicîkirina sîstemê û hevgirtina hemû hewlên fermî û sivîl ji bo karkirina li ser cîbicîkirina sîstemê.”

"Em hêvîdar in ku pêkanîna konferansê bibe derfetek ji bo çalakkirina pergalê"

Raportorê Koalîsyona Astengdaran a Filistînê Şeza Ebû Srûr eşkere kir ku bi rêya bikaranîna mekanîzmayên cûda û çêtir dê rastiya kesên astengdar baştir bibe û wiha axivî: “Em hêvîdar in ku pêkanîna konferansê bibe derfetek ji bo çalakkirina pergalê. Wezareta Tenduristiyê ti tedbîr ji bo dabînkirina bîmeya tenduristiyê negirtiye. Ez banga xurtkirina hewldanên li ser asta neteweyî dikim ji bo rûbirûbûna zehmetî û astengiyên li pêşiya kesên astengdar ên li Filistînê.”