“Rojnamegerên jin bi pêyamên xwe dikarin li ser civakê bi bandor bin”

Beşdabûrna jinan di hemû aliyan de ji bo pêşketina civakê xwedî giringiyekê ye. Bi taybet di aliyê ragihandinê de rojnamevan Diyana Ehmed dibêje: “Jinên di qada ragihandinê de bi peyamên xwe dikarin bandorek zêde li ser jinan çêbike.”

Navenda Nûçeyan - Ragihandin weke çavê sêyem yê civakê ye ku pirsên girêdayî jiyan, xweza, aliyê civakî, siyasî û aborî û giştî sektor, bi rêya ragihandinê civak tê agahdarkirin û dikarin kar li ser fikir û zanyariyên kesan bikin û rewşenbirî û zanistê belav bikin.

Ji bo gelê Kurd ragihandin weke navendek sereke ya peywendiyên doz û hebûna netewekê ye, piştî qonaxa azadiya Îraqê di sala 2003’an de bi sedan dezgahên ragihandinê li herêma Kurdistanê karîn bi sedan jinên rojnamevan di dezgehên ragihandinê de kar bikin. Bi vê ve girêdayî pêşîlêgirtina mafê jinan berdewam e û roj pey rojan zêde dibe. Hîna jî civak bi çavek yeksan li jinê temaşe nekiriye, heta niha beşdariyek ber bi çav yan jî bandorek ya jinê di qonaxa siyasî ya vê herêmê de nîne û rêgirî li xebatên jinê tê kirin.

Di nava dezgahên ragihandin û karkirina hizrê jinan dikarin destkeftî û pêşketin di aliyê jinan û azadî û rewşebîrî de bilind bikin. Rojnamevan Diyana Ehmed di hevdîtinek ya bi ajansa me NUJINHA re derbarê bandora jinên rojnamevan ji bo mafê yeksanî ya di nav civakê de da diyarkirin ku jinên rojnamevan niha bi awayek ber bi çav guherînek di civak û medyayê de çêkiriye, karê wan di qenalê Kurdî de di bername û aliyên cûda de reng daye ku daxwaza yeksaniya mafê jinan di civakê de dike û got: “Ew mijarên ku ji aliyê jinê ve tên belavkirin bandorê li ser civakê dike, lê belê bandora sereke li ser rêgeza xwe ye û bandor bi temamî li ser jinê heye. Ji ber wê divê bê zanîn ku ew mijarên nîqaş li ser werin kirin çi pêşkêş bike û çi bandor li ser aliyên cûda heye.”

“Karê jinan a di ragihandinê de ji carên din cûda ye”

Rojnamevan Diya Ehmed da zanîn ku rêjeya niha ya jinan di qada ragihandinê ji demê bûrî cûdatir e û wiha got: “Demê berê şerm bû ku jin erkên cûda bixin ser milê xwe û bi taybet di aliyê ragihandinê de kar bikin. Lê belê niha cûdahiyek berçav tê ditîn ku jin di gelek dem û dezgehên ragihandinê de hene. Bi vê re girêdayî heta niha cûdahî di nava hinek dezgahan de heye, lê belê di dem û pêşerojê de wê ev jî nemîne, bi giştî dê jin pişta xwe bispêre xwe. Jinên rojnamevan bi rêya bandoriya peyamên xwe dikarin bersîva cîvakê û cûdahiyê bidin. Her wiha bi kar û pirsa hilbijartina taybet ya ji bo jinan bandor li ser fikrê kesên beramber bikin û be sekinin û berdewam bin ji bo avakirina bandorên ji peymana ji bo her kesek di civakê de ku heta niha li gora wan wisane ku divê jin di malê de be. Em weke jin wê hebûna me û bandora me di nava civakê de hebe û were pejirandin.”