Li Tirkiyê di 3 mehên havînê de herî kêm 239 zarok mirine

Li gorî rapora “Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan li Tirkiyeyê” ya Navenda Mafên Zarokan a FİSA’yê, di mehên havînê de herî kêm 239 zarok ji ber sedemên ku pêşî lê dihat girtin, mirine. Hate destnîşankirin ku herî kêm 44 zarokan di cînayetên karde mirine

Navenda Nûçeyan – Navenda Mafên Zarokan a Atolyeya Fikir û Hunerê (FİSA), rapora xwe ya “Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan li Tirkiyeyê” weşand. Rapor daneyên li ser medyayê hatine belavkirin yên mehên Hezîran-Tîrmeh-Têbaxa 2026’an dihewîne.

Li gorî raporê di mehên havînê de li Tirkiyeyê herî kêm 239 zarok ji ber sedemên ku pêşî lê dihat girtin, mirine. Di raporê de hate diyar kirin ku ji zarokên mirine 174 kur, 60 keç in û nasnameya 5 zarokan jî ne diyar e. Li gorî daneyên ku ji 63 bajaran hatine berhevkirin, bajarên ku mafê jiyanê yê zarokan herî zêde lê hatine binpêkirin bi rêzê ve Riha, Dîlok û Amed e.

Herî kêm 14 zarok di dema wergirtina xizmeta dewletê de mirin

Di raporê de hate destnîşan kirin herî kêm 14 zarok, di dema wergirtina xizmeta dewletê de mirine. Herî kêm 5 zarok di dema wergirtina xizmeta tenduristiyê de, 4 zarok di dema çalakiyên werzişî û çandî de, 3 zarok di dema sûdwergirtina ji xizmetên rêveberiya herêmî de û 2 zarok jî di dema derbasbûna sînor de mirin.

Di raporê de di bin beşa “Binpêkirina mafê jiyanê yê di encama îhmalkariya dewletê de” de hat destnîşankirin ku di nav 3 mehan de di encama îhmalkariya dewletê de herî kêm 225 zarok mirine. Daneyên derbarê mirina zarokan a di çarçoveya tundkarî, mirinê li ser kar, îhmalkarî û binpêkirinên din ên mafê jiyanê yên di encama îhmalkariya dewletê de li jêr wiha hatin pêşkêşkirin:

“Tevî nûçeyên kêm ên xwekujiyê ku di heyama Hezîran–Têbaxê de di medyayê de cih girtine jî, herî kêm 5 zarokan di encama xwekujiyê de mirin. Ligel bûyerên xwekujiyê, di heman heyamê de ji ber çekdargirtina kesane herî kêm 4 zarok mirin.

Herî kêm 46 zarokan li qadên vekirî yên bajarî û bejahiyan mirine. Mirinên li qadên vekirî yên bajarî û gundewarî; di qadên avahîsaziyê yên vekirî, kanala avdanê, bendav, çem, gol û qadên din ên giştî yên xetereyî ku tedbîrên pêwîst lê nehatine wergirtin de pêk hatin.

Di çarçoveya ewlehiya fîzîkî ya nav malê û qezayên li malê de jî hat tomarkirin ku herî kêm 28 zarokan mirine. Ji 10 mirinên zarokan ên di çarçoveya îhmalkariyên din de hatine tomarkirin jê 5 di mekanên geştyariyê de yên ku zarok ji bo bêhnvedanê lê bûn pêk hatin.

Li gorî agahiyên di çapemeniyê de belav bûyî di heyama Hezîran–Têbaxê de herî kêm 44 zarok di dema karî de mirine. Ji wan 36 zarok karker in. Ji zarokên mirina 3 zarok di çarçoveya lîseya pîşeyî, 2 jî di çarçoveya stajyeriya Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de gava di cihê kar de bûn di mirine. 5 zarok jî gava wekî karkerên çandiniyê yên demsalî dixebitîn mirin. Diyar bûye ku ji zarokên mirine herî kêm 4 penaber in.

Di heyama Hezîran–Têbaxê de di encama tundiyê de herî kêm 8 zarokan mirine. Ji van mirinan 5 di encama tundiya hevsalan, 2 di encama kuştina zarokan û 1 jî di encama tundiya li ser bingeha zayendiya civakî de pêk hatin.

Di çarçoveya lêkolîna çavdêriya medyayê de hate tomarkirin ku herî kêm 19 zarokên koçber û penaber mirine."

Di 5 mehên ewil ên salê de herî kêm 300 zarok mirin

Li rapora FİSA’yê ya der barê pênc mehên ewil ên 2026’an de, hate diyarkirin ku herî kêm 303 zarokan ji ber sedemên ku pêşî lê dihat girtin mirine û binpêkirinên mafê jiyanê yê zarokan li 69 parêzgehan belav bûne. Hejmara herî zêde ya mirina zarokan bi 18 bûyeran li Rihayê hate tomarkirin. Di pênc mehên ewil de:

Herî kêm 26 zarokan dawî li jiyana xwe anîn.

Herî kêm 8 zarok di bûyerên bikaranîna çek de mirin.

Herî kêm 14 zarok bi awayekî guman mirin.

Herî kêm 27 zarokan di cînayetên karkeriya zarokan û kar de mirin.

Li gorî "Rapora Cînayetên Kar a Zarokan" a Meclîsa ÎSÎG’ê ya di navbera Îlona 2025 û Tebaxa 2026’an de, di sala dawî de herî kêm 95 zarokan di dema karkirinê de (di qezayên kar de) mirine. Mirinên zarokên karker, li gorî sala borî ji sedî 32 zêde bûne.