Dadgeha Îranê 35 sal cezayê girtîgehê da sê welatiyên Behayî

Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi tohmetên wekî "çalakiyên li dijî yasayê" û "têkdana ewlehiyê", bi giştî 35 sal cezayê girtîgehê, cezayên pereyan û gelek sînorkirinên civakî dan sê welatiyên Behayî.

Navenda Nûçeyan – Sê welatiyên Behayî, Hengameh Şerîfîniya, Fewad Ebdul Xeferî û Fehîm Axahî, ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ku serokatiya wê Ebolqasem Selewatî dike, bi tevahî 35 sal cezayê girtîgehê û rêze cezayên din hatin cezakirin.

Li gorî raporek Ajansa Nûçeyan a HRANA, biryarên ji bo van hersê welatiyan di dawiya Îlonê de hatin dayîn.

Cezayê giran ê li Hengameh Şerîfîniyê hate birîn

Hengameh Şerîfîniya bi tohmeta "çalakiyên perwerdehî an propagandayê yên ku li dijî qanûna pîroz a Îslamê ne an jî têkder in" 10 sal cezayê girtîgehê û 10 sal bêparkirina ji mafên civakî û bi tohmeta endametiya di kom û komeleyan de ku armanca wan têkdana ewlehiya welêt bû, 5 sal cezayê girtîgehê xwar.

Fewad Ebdul Xeferî û Fehîm Axayî jî hatin cezakirin

Fewad Ebdul Xeferî û Fehîm Axahî jî bi tohmeta "çalakiyên propagandayê yên ku li dijî qanûna Îslamê ne" 5 sal cezayê girtîgehê û bi tohmeta endametiya di kom û komeleyan de ku armanca wan têkdana ewlehiya welêt bû, 5 sal cezayê girtîgehê û 80 milyon Tûman cezayê pereyan lê hat birîn. Li gorî vê yekê, bi tevahî cezayên girtîgehê yên ku ji van hersê welatiyan re hatine dayîn 35 sal in; 15 sal ji bo Hengameh Şerîfînî û 10 sal ji bo her yekî ji bo Fûad Ebdul Xeferî û Fehîm Axayî.

Cezayên zêde û qedexeyên nû li ser her sê welatiyan

Her sê welatiyan jî wekî cezayek zêde du sal qedexeya çalakiyên di kom û rêxistinan de û du sal qedexeya derketina ji welêt wergirtine. Her wiha 10 sal bêparkirina ji mafên civakî ji bo Hengameh Şerîfînî hatiye birîn.

Dîroka girtinê û hûrguliyên dozê

Hengameh Şerîfînî, Fûad Ebdul Xeferî û Fehîm Axayî berê di dema pêla girtin û lêgerînên malên welatiyên Bahayî de li Tehranê di Îlona 2025’an de hatibûn girtin. Qeydên ku ji hêla HRANA’yê ve hatine weşandin jî girtina van her sê welatiyan di wê demê de tomar dikin. Hûrguliyên cezayên ku hatine weşandin nîşan didin ku ji bilî girtîgehê, ev doz sînorkirinên civakî û sivîl, di doza Fehîm Axayî de, desteserkirina milk û alavên ku di lêgerîna malê de hatine desteserkirin jî dihewîne.