Li Sûdanê ji ber pevçûnan zêdetirê 5 hezar kes ji cih û warên xwe bûn

Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku ji ber êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), 5 hezar kes ji herêma Qaysan a li Eyaleta Nîla Şîn ber bi bajarê Damazinê ve reviyan. Torê, hişyarî da ku dibe ji ber barana giran a ku bandorê li Eyaletê dike.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ji 15’ê Nîsana 2023’an û vir ve berdewam dike. Ev rewş di yek ji qeyranên herî xirab ên mirovî û aborî yên cîhanê de bûye sedema xelayê û bi deh hezaran Sûdanî mirin û nêzî 13 milyon kes ji cih û warên xwe bûne.

Tora Bijîşkên Sûdanê, di daxuyaniya xwe ya îro de ji bo zêdetirê 5 hezar kesên ku ji Qaysan ber bi EL-Damazîn li Eyaleta Nîla Şîn ve reviyan, daxwaza alîkariya mirovî ya bilez kir. Torê, xemgîniya xwe ya li ser rewşa mirovî ya xirab anî ziman.

Torê, bang li saziyen Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û rayedarên pêwendîdar kir ku bi awayekî lez ji bo koçberan xurek, ava vexwarinê, derman, pêdiviyên bijîşkî û stargehê peyda bikin. Torê, tekezî li ser pêwîstiya radestkirina bilez û bê asteng a alîkariyê kir.

IMO: Hezar û 71 malbat ji herêma Qaysanê koçberbûne

Her wiha Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) jî di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê ya di navbera 12 û 15’ê Tebaxê de 5 hezar û 355 kes ango hezar û 71 malbat, ji herêma Qaysanê koçberbûn.