Li Sûriyeyê 232 zarok û jin bûn armanca bermahiyên şer
Bîlançoya nû ya li Sûriyeyê careke din metirsiya bermahiyên şer û teqemeniyên neteqandî derxist holê. Dane nîşan didin ku ev bermahî li ser zarok û jinan dibin xetereyeke kujer.
Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê bermahiyên şer, ji bo sivîlan dibe gefek mezin. Mayîn, bermahiyên neteqandî û cîsmen xeternak li seranserê deverên fireh belav dibin û kesên ku li herêmên dûrî eniyên şer dijîn jî rojane bi vê gefê re rûbirû dimînin. Bedala berî giran a vê xetereyê jî jin û zarok didin.
232 kes ji bermahiyên şer bandor bûne
Li Sûriyeyê, ji destpêka salê ve 94 kes ji ber bermahiyên şer mirin û 138 kes jî birîndar bûne. Ji miriyan 86 û ji birîndaran jî 127 zarok in. Jin jî bi giranî bandor bûn û hejmara giştî ya kesên bandorbûn bû 232 kes.
Belavbûna bermahiyên şer a li seranserê erdên çandiniyê, rê û deverên niştecihbûnê, gefek cidî li ser sivîlan çêdike.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku heta 18’ê Tebaxê li deverên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tên kontrolkirin, 79 zarok û 7 jin jiyana xwe ji dest dan û 121 zarok û 10 jin jî birîndar bûn. Hate ragihandin sê zarok dema ku kîvark kom dikirin, mirine.
Hate ragihandin ku li herêmên Rêveberiya Xweser, 7 zarok û jinek mirin û 6 zarok û jinek jî ji ber bermahiyên şer birîndar bûn.
Dane nîşan didin ku bermahiyên şer ji bo sivîlan, bi taybetî ji bo zarokan gefek cidî û berdewam e. Xeterî ne tenê bi deverên leşkerî ve sînordar e, her wiha li deverên ku jiyana rojane lê diqewime jî belav dibe.
Ji SOHR’ê hişyarî
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hişyarî da ku zarok û jin ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest didin û bang li aliyên ku li herêmê kontrol di destê wan de ne kir ku sivîlan biparêzin, deverên ku mayîn û teqemeniyên neteqiyayî tê de hene destnîşan bikin, paqij bikin û bi zelalî nîşan bikin.
Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku hewldanên paqijkirina mayînan zêde bikin, piştgiriya teknîkî û lojîstîkî peyda bikin û ji bo sivîlan kampanyayên hişyariyê li dar bixin.
Çavdêriyê, tekez kir ku bidawîbûna operasyonên leşkerî nayê wateya bidawîbûna xetereyên şer û diyar kir ku bermahiyên şer dibin gefên mirovî yên berdewam a li ser sivîlan.