Rêxistina Kongra star a Hesekê bi daxyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezarkir

Bi armanca şermezarkirina êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK'ê Rêxistina Kongra Star li Hesekê daxuyanî dan.

Hesekê- Rêxistina Kongra Star a kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK'ê daxuyanî dan. Daxuyaniyê bi beşdariya sazî û desgehên jin li pêşiya navenda Kongra Star a kantona Hesekê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kordînasyona Kongra Star Lîlav Hisên ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû: "Em êrîşên Dewleta tirk û îxaneta PDK’ê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş ne tiştekî nû li ser herêmê ye lê di riya wê de guhertina demografî û berfirhkirina dagirkeriya xwe armanc dike da ku pirojeya Netewa Demokratîk têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker dijminatya her pêkhateyî dike. Dîroka PDK'ê bi ixanet û piştgirya dijmin dagirtî ye, pêwiste şiyar bibin û bizanibin ku dewleta tirk hebûna kurdan ji bo xwe xeter dibîne û bi hevkariya PDK’ê dê gelê Kurd perçe bike. Dewleta tirk tenê bercewendiyên xwe esas digre. Gelê Kurd li beramberî xeteriyek pir mezin in. Avakirina dîwar di navbera Şengal û Rojava pilanek qirkirina gelê Êzidî ye. Dewleta Tirk a dgirker tu carî nabe dost. Ji despêka aloziya Sûriyê ve herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşên hovane tên. Di dema ku em bang li hikûmeta Sûrî dikin ku diylog were çêkirin em dibînin ku em rastî dorpêç û êrîşan tên. Ev yek siyastek li dijî îradeya gelan tê meşanidn. Em bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku dûrî hevkariya AKP’ê biçe. Pêwistiya vê pêvajoyê bi yekîtiyê heye da ku em hebûna xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşma ”Na ji xeta îxanetê re“ bi dawî bû.