Çalakiya mamoste fermanber û xwebexşên tendirustiyê berdewam dike
Ji ber nedana mûçeyê mamosteyan ji meha Adarê ve, fermanberên zanîngeha Silêmaniyê her wiha ji ber tayînkirina hinek endamên tendirustiyê tenê li Zaxoyê, xwebexşên tendirustiyê lî sînorê bajarê Silêmaniyê çalakiyên xwe berdewam dikin.
Navenda Nuçeyan- Îro gelek fermanber û mamosteyên zanîngeha Silêmaniyê li ber deriyê Zanîngeha Silêmaniyê çalakî li dar xistin û dan diyarkirin ku ev meha Nîsanê jî temam dibe heta nîha hê jî muçeyên xwe yên meha Adarê negirtine. Dabeşkirina mûçeya ku dikeve meha Gulanê, di çend rojên borî de muçeyê wezareta xwendina bilind hatiye belavkirin. Mamoste û fermanberan daxwaz kirin ku hikumeta herêma Kurdisstanê soz daye her 30 roj carekê muçeyên wan bide lê soza xwe bi cih nayne.
Li aliyê din xwebexşên tendirustiyê nerazîbûna xwe der barê teyînkirina endamên tendirustiyê tenê li Zaxo û Dihokê anîn ziman û diyar kirin ku ji ber vê yekê ev çar roj in endamên tendirustiyê çalakiyan li dar dixin û dibêjin heta ku daxwazên wan neyên pejirandin wê dest ji çalakiyên xwe bernedin.