Li Endonezyayê di encama lêhiyê de 26 kes jiyana xwe ji dest dan

Berdevkê Saziya Nîştimanî ya ji bo Karesatên Xwezayî ya Endonezyayê Ebid Meharî, ragihand ku li girava Sumetra ya Endonezyayê ji ber barana zêde û rabûna lêhiyê 26 kes jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî winda bûne.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Saziya Nîştimanî ya ji bo Karesatên Xwezayî ya Endonezyayê Ebid Meharî, di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro li girava Sumetra ya Endonezyayê ji ber barana zêde lêhî rabû û di encama lehiyê de 26 ke jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî winda bûne.

Ebid Meharî, eşkere kir ku ji ber lêhiyê ziyan gihaye bi sedan mal, pir, mizgeft û cihên giştî.