Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolê de 195 kes mirin

Li çola Sûriyeyê ji destpêka îsal ve heta niha 32 sivîl jî di nav de 195 kes di êrîşên DAIŞê de hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bîlançoya êrişên DAIŞê li Sûriyeyê ji destpêka sala 2024’an ve eşkere kir. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku DAIŞê 70 êrîş li dijî hikûmeta Şamê û alîgirên wê pêk anîne û di van êrîşan de 195 kes mirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane 32 sivîl û 141 jî ji hêzên hikûmeta Şamê ne. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 22 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, 33 êrîş li çola Humsê, 24 êrîş li çola Dêrezorê, 6 êrîş li çola Reqayê, 6 êrîş li çola Hemayê û êrîşek li jî li çola Helebê pêk hatiye.