Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirûstiyê ya başûrê Sûdanê Yolanda Awel Deng der barê têkoşîna li dijî tayê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyarkir ku li dijî tayê derziya nû ya "R21/Matrix-M" hatî çêkirin wê bixin meryetê.
Yolanda Awel Deng da zanîn ku li welat wê 250 hezar zarokên dibin temenê 5 salî de werin derzîkirin û got: “Ta li welatê me yek ji çavkaniya herî metirsîdar e. Ji bo kêmkirina bandora tayê em bibiryarin ku pirsgirên zarokên xwe yên tendirûstî çareser bikin.”
Derziya bi navê "R21/Matrix-M" cara yekem li peravên Fildişî dest bikaranînê hatiye kirin.




