Li paytexta Îsraîlê Tel Avîvê êrîşa ÎHA’yê pêk hat

Di êrîşa ku li navenda Tel Avîvê bi balafira keşfê (ÎHA) hat kirin de 1 kes mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li navenda Tel Avîva paytexta Îsraîlê, bi şev li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê bi balafireke bêmirov êrîş hat kirin. Li gorî daxuyaniya Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê ya Stêra Sor a Dawid; Mêrekî 50 salî ji ber teqîna şarapnelê jiyana xwe ji dest da. Ji ber teqîna şarapnelê û teqînê 2 kes li malê û 2 jî li kolanê 4 kes birîndar bûn.

Lêpirsîn hat destpêkirin

 Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê; Teqîna li Tel Avîvê ji ber "elementeke hewayê" pêk hat û sîrenên hişyariyê deng nedan. Hat diyarkirin ku der barê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin û Îsraîlê ji bo parastina qada xwe ya esmanî dewriyeyên xwe tundtir kir.

 Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyên Yemenê Yahya Serî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê X’ê de piştrast kir ku êrîş li Tel Avîvê hatiye kirin, lê diyar kir ku ewê hûrgiliyan piştre ragihînin.