Sebahat Tuncel: Di demokrasî û azadiyê de israra me dê bidome

Sebahat Tuncel di civîna gel a li Wanê de axivî, bal kişand ser hewldanên PDK’ê yên dewleta Tirk ên ji bo xistina Kurdistana Federe û got: “Pêwîste Kurd li her derê bibin yek. Îsrara me ya di demokrasî û azadiyê de wê bidome.

Wan-Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ji ber Doza Kobanê girtî bû demeke kurt e ji girtîgehê derket, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê bi gel re civiya. Tûncel ji hêla gel ve bi coş hat pêşwazîkirin û baxçeyê avahiya DEM Partiyê tejî bû. Di civînê de cih bi cih dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan, nûnêrên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. 

Di civînê de ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt axivî û wiha got “Helwest û têkoşîna hevalên me yên jin ji bo me rêber e.” Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar axivî û got: “Hevalên jin pêşengiya têkoşîna gelê kurd dikin. Niha bi sedan hevalên me di girtîgehê de ne, ji bo azadiya wan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Ya girîng berdevamkirina serkeftinê ye’

Dû re Sebahat Tûncel mafê axaftinê wergirt û di destpêka axaftina xwe de berxwedana gel a li dijî desteserkirina mazbataya hilbijartinê ya li Wanê pîroz kir. SebahatTûncel, anî ziman ku Wan di vê pêvajoyê de pêngaveke gelekî girîng avêt û wiha got: “Serkeftina ku li vir bi dest xistin, hêja ye. Ya girîng berdewamkirina vê serkeftinê ye. Berxwedana Wanê nîşanî me da ku em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ya sereke xeta Wanê ye û pêwîste ev berxwedan li her derê were meşandin.”

‘Doza Kobanê dozek sosret e’

SebahatTûncel, bal kişand ser Doza Kobanê û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev doz dozeke sosret e ku mafê kurdan ê siyasetê asteng dike. Lê me jî bi vê dozê pergal darizand. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e. Zîndan di dîroka kurdan de rastiyek e. Ji Dadgehên Îstiklalê heta îro girtîgeh ji bo kurdan bûye rastiyek. Dema em tehliye dibin em ne azad in, dema kurdan mafên xwe bi dest xistin em ê azad bibin. Zîndan ne qedera me ye, rastiyek e. Tecrîd li hundir berdewam dike. Sal derbas bûn, lê pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî qet neguherîn û gav bi gav kûrtir dibin.”

Tecrîd nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirêka kurd nîşan dide

SebahatTûncel, diyar kir ku li dijî kurdan hiqûqa kolonyalîzmê heye û wiha domand: “Em vê ji tecrîda li Îmraliyê dizanin. Tecrîd bi rastî nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirêka urd nîşan dide. Em di şexsê Birêz Ocalan de bi pergaleke tecrîd û îşkenceya mutleq ya li ser gelê kurd re rû bi rû ne. Dewlet bi zanebûn û dildarî vê yekê didomîne. Dewlet li dijî qanûnên xwe tevdigere û cezayên dîsîplînê li ser birêz Ocalan dimeşîne. Tecrîd biryareke stratejîk e û navenda vê biryarê jî Îmrali ye. Her kes dizane ku heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin pirsgirêka kurd çareser nabe. Ji ber ku ev pirsgirêk nehat çareserkirin, welat veguherî pergaleke mafyayê û qanûn hatin rawestandin. Li ti devera cîhanê qanûn bi vî awayî nehatine binpêkirin.”

Faşîzm bi derewan xwe li ser pêyan digire’

SebahatTûncel, têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê axivî û wiha berdewam kir: “Ev pêkanîn îşkence, zilm û faşîzm e. Li Colemêrgê qeyûmek tayîn kirin, lê yek qeymeqam an jî waliyek baş û rast dernakeve û nabêje 'ev neheqî ye'. Ger ev yek bihatana îfadekirin û qeyûm tayîn nebûna, belkî ev pergal bi vî rengî dewam nekiriba. Lê pergaleke rantê heye û dixwazin vê nîzamê biparêzin. Dibêjin ‘Yekî ku doz lê nehatiye vekirin nîşanî me bidin'. Ma kurdek bê doz maye? Pergala qeyûm ne ji aliyê qanûnî û ne jî ji aliyê exlaqî ve nayê qebûlkirin. Faşîzm bi derewan xwe li ser pêyan digire. Ji ber vê yekê ew rastiyê berovajî dikin. Divê hemû gel li dijî van pêkanînan derkevin. Her kesê xwedî rûmeta mirovahiyê ye divê li dijî vê derkeve. Gelo ma tenê kurd hemû barê vî welatî hilgirin? Kurd 50 sal in hemû pirsgirêkên vî welatî hilgirtine ser milên xwe. Ji kerema xwe bila rêhevalên me yên li Tirkiyeyê jî vî barî hilgirin û nerazîbûnên xwe bilind bikin.”

‘AKP, PDK’Ê ji bo berjewendiyê xwe bikartîne’

SebahatTûncel, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku em ne yek in, em rastî zehmetiyên ewqas mezin tên. Herêma Federe ya Kurdistanê bi xwe ve girêdidin, lê PDK dengê xwe nake. Heke PDK ji bo aştî û xwişk û biratiyê helwest bigirta îro ev şer, tecrîd û pevçûn bi dawî dibû. Lê AKP wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. PDK difikire ku tirk ji wir derkevin? Yekitiya kurdan di xaleke pir girîng de ye. Heke tu behsa hiqûqa xwişk û biratiyê dikî, wê demê divê tu pêşî li xwişk û birayên xwe binêrî. Lewma pêwîste hemû kurd li her derê bibin yek. Di demokrasî û azadiyê de israra me wê bidome. Pêdivî ye ku em dînamîka nû ya guhertinê bi rê ve bibin. Ji ber vê sedemê yekitiya me pir girîng e.”

Piştî axaftinan gel pirsên xwe ji SebahatTûncel kirin û bi hev re sohbet kirin.