Li bajarên Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê

Li bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê bi tevlibûna hezaran kesan berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Pîrozbahiya Cejna Newrozê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna bi hezaran kesan bi coşek mezin berdewam dike. Li Dersim, Nisêbîn û Êlihê bi hezaran kes serê sibehê ve bi coşek mezin berê xwe dan qada Newrozê.

Dêrsim

Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê li Qada Seyîd Riza bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir. Beriya pîrozbahiyên ku di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li Qada Seyîd Riza tên pêkanîn, meş hate lidarxistin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û endamê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz jî di nav de bi hezaran kes tev li meşê bûn.

 ‘Bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan’

Welatiyên ku li kolana hunerê hatin bahev, pankarta “li dijî zext, zilm, bêedaletî, qedexe û mêtîngeriyê Newroz bimbarek bo” vekirin. Girseya li ber dahol û zirneyan govend gerand, li gel erbaneyan stranên azadiyê gotin. Girseya ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” ber bi qadê ve meşiyan li vir govend gerand. Welatiyên tevî hewayê bi baran qad dagirtin, ev peyam dan “Li dora Tifaqa Dêrsimê ber bi serkeftina 31’ê Adarê ve.”

Tevlibûna zêde ya ciwanan bal kişand ser xwe. Gelek welatiyan kiras û fîstan û şal û şepik li xwe kirin. Tilîlî û îşaretên serkeftinê yên Dayikên Aştiyê dîmenên rengîn derxistin holê.

Li qadê pankartên “Agirê çaran bûye bi milyonan” û “Mirina rast a bêyî wî ye” hatin vekirin. Her wiha têkildarî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan gelek dowîz hatin vekirin.

Nisêbîn/Mêrdîn

Li navçeya Nisîbên a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê ya li bermaberî Parka Cegerxwîn kom bûn.

Li platforma qada Newrozê pankartên “Rabe! Dema azadî û serkeftinê ye” û “Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Bi hinceta ewlehiyê dora qada Newrozê bi bariyeran hatin girtin û heta saet 10.30’an jî destûr nehat dayîn welatî bikevin qadê. Welatiyên ku li pişt bariyeran kom bûn, xwe li benda saeta ketina qadê girtin. Ji serê sibehê ve bi hezaran kes di dest de flamayên bi rengên kesk, sor û zer û bi dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” diherikin qadê.

Welatiyên ku ketin qada Newrozê bi coşeke mezin xelekên govendê digerînin û jinên bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Li qada Newrozê dirûşmên berxwedanê tên berzkirin û Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi girseyî ketin qada Newrozê ji hêla gel ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Pîrozbahî dê bi axaftinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk berdewam bike.

Êlih

Ji bo pîrozkirina Newroza Êlihê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, ji saetên zû yên serê sibehê ve gel bi coşek mezin berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve diherikin. Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bi flamayê bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û welatiyên bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn li ber stranên berxwedanê dest bi pîrozkirina Newrozê kirin.

Bi hezaran kesên ku ji du noqteyên kontrolê derbasî qadê dibin, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Di Newrozê de coşeke mezin heye û dê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan axivî.