Jinên Suweydayê ji rojnamevanan xwestin dengê wan ragihînin

Jinên ku beşdarî çalakiyên protestoyî yên gel ku li Suweydayê bi mehan e berdewam dike bûne, bertek nîşanî ragihandina Sûriyeyê ya ku çalakiyê berovajî dike dan û bang li rojnamevanên bê alî kirin dengê wan ragihînin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê di 17’ê Tebaxa 2023’an de çalakiyên gel ên dest pê kirin berdewam dikin. Xwepêşanderên ku duh li qada Karamayê hatin ba hev, bi hinceta berovajîkirina çalakiyên wan heta avahiya televîzyonê û ragihandinê bi dirûşma “Ragihandina Sûriyeyê derewan dike” meşek li dar xistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn ji ajansa me re axivîn. 

‘Ragihandin 8 meh in tevgera sivîl berovajî dike’

Maha Al-Atrash diyar kir ku protestoyên 8 meh in li qada Karamayê berdewam dikin ji aliyê ragihandinê ve tên berovajîkirin û rexne li ragihandinê kir û got: “Ragihandina Sûriyeyê di rewşa lihevhatinê de ye. Hemwelatiyên Sûriyeyê 50 sal in ji ragihandina neteweyî bawer nakin. Ji ber ragihandin bûye xizmetkarê partiyek tenê. Li Suweydayê tevgera sivîl li hemberî ragihandina ku 8 meh in hemû tiştan berovajî dike ye. Bi riyên cuda hewl didin tevgera me bitepesînin. Li dijî sûcên ku li ser herêma Sûriyeyê bandorê çêdike bêdeng dimînin.”

Maha Al-Atrash bang li rojnamevanên ku aliyên rastiyê ne kir ku dengê wan bidin bihîstin.

‘Ragihandina Sûriyeyê derewan dike’

Ji xwepêşanderan Shahira Tarudî bang li gelê Sûriyeyê kir ku divê çirûska destpêka şoreşê li welat ji bîr nekin û got: “Em çûn avahiyên radyo û ragihandinê ya li bajarê me, bi dengê bilind me dirûşma “Ragihandina Sûriyeyê derewan dike” avêt. Ji şoreşa 2011’an heta niha em çalakiyên aştiyane li dar dixin lê belê em rastî zextên desthilatdariyê tên. Heta ku ev rejîm neyê hilweşandin, em ê protestoyên xwe yên aştiyane berdewam bikin.”

‘Rejîm tehemulê serweriya gel a di ware exlaqî de nake’

Salam Al-Nabwanî ji destnîşan kir ku serweriya gel a manewî û exlaqî li ser hikumeta Şamê heye û got: “Rejîm ji ber dixwaze gel bişibe wê û li gel be vê serweriyê qebûl nake. Ji ber ku ev serwerî, wê bibe temînata windabûna wan. Gel her çendî ji destpêkê ve dirûşmên aştiyane bavêje jî; hûrguliyên şoreşê di nava tundiyek tirsonek de winda bûn. Ji ber vê em li destpêkek nû digerin û em riyek ji ya berê cudatir xêz dikin. Şerê herî mezin, şerê hişyariyê ye.”