Li Îranê ji ber lehiyê 62 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên dawî hejmara mirovên ji ber lehiyê li bajarên curbecur ên Îranê, di 30’yê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 62 kesan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniyên berpirsên alîkariyê yên Îranê, 22’yê Tirmehê li bajarên Îranê 62 welatiyên Îranê û 7 welatiyên Iraqê ji ber lehiyê jiyana xwe jidest dane. Her wiha hejmara kesên di lehiyê de winda bûne gihişt 32’an.

Sekreterê Giştî yê Heyva Sor Yaqûb Silêmanî ragihand ku hejmara kesên ku li Îmamzade Dawûd hatine dîtin gihîştiye 22 kesan. Li Zarîn Deşta Firuzkohê 16 kes, li Damewendê kesek, li Pardîs jî kesek jiyana xwe ji dest da.

60 bajar û bi sedan gundan ji ber lehiyê zirarê dîtin

Her wiha li Sîstan û Belûçistanê 5, li Kirman 4, li Çalûs kesek, li Loristanê 4, li Mazenderanê 6, li navendê kesek û li parêzgeha Yezdê jî 4 kes mirine.

Sekreterê Giştî yê Heyva Sor her wiha da zanîn ku 60 bajar û 516 gund di bin bandora lehiyê de mane.

Qaymeqamê Meşhedê Muhsen Dawerî jî got ku wesayîdeke 13 welatiyên Iraqî li ser riya Miami bo gundê Çenarkê yê ser bi Meşhedê ji ber lehiyê wergeriyaye û 7 welatiyên Iraqê û ajokarê Îranî jiyana xwe ji dest dane û welatiyên din ên Iraqê jî winda ne.

Wezîrê Çandiniyê Cewad Sedatî Nejad jî ragihand ku ji ber lehiyê zêdetirî 6 hezar milyar tumen ziyan gihîştiye cotkaran.

Ji ber lehiyê li bajarê Yezdê cihên dîrokî zirarê dîtin

Cîgirê Rêxistina Mîrata Çandî ya Yezdê ragihand ku heta niha 240 halet ziyanên qismî û tevayî gihîştine tevna dîrokî ya bajarê Yezdê. Her wiha Rêveberê Giştî yê Mîrateya Çandî ya Sîstan-Belûçistanê jî ragihand ku barîna baranê vê dawiyê 32 milyar û 500 milyon rîal zirar gihîştandiye berhemên dîrokî yên vê parêzgehê.

Rêxistina Kêşenasiyê hişyariyeke ji bo hejmarek parêzgehên din ên Îranê da ku di nava wan de Xûzistanê jî heye û ragihand ku barîna barana zêde dê heta dawiya roja 10’ê Tebaxê berdewam bike.