Li hemberî girtiya siyasî Bahareh Silêmanî îşkenceya edlî

Komîsyona Tiba Edlî ya qebûl kir ku Bahareh Silêmanî ya li Girtîgeha Êvînê girtî ye nexweşiya wê ya astima pêşketî heye, ti daxuyanî neda ku çalakvan di girtîgehê de bimîne yan na.

Navenda Nûçeyan – Îşkencekirina çalakvan û girtiyan li Îranê bi awayekê piralî berdewam e. Komîsyona Tiba Edlî ya ku ji bo Bahareh Silêmanî ku ji ber astimê hewcedarê lênihêrîna taybet bû û ji aliyê fizîkî ve nikarîbû li ber şert û mercên girtîgehê li ber xwe bide, raporek amade kir, her çiqas destnîşan kiribe ku asta nexweşiya wê ya astimê i pêş e jî diyar nekir ka ew ê bikaribe di girtîgehê de bimîne.

Bahareh Silêmanî ku di meha Sibatê de jî li Girtîgeha Evînê bi koronayê ketibû, ji xizmeta tenduristiyê bêpar hatibû hiştin.

"Jiyana wê di xetereyê de ye"

Parêzer Mistefa Decû jî bertek nîşanî raporê da û got, "Di raporê de tê gotin ku Bahare Silêmanî pêdiviya wê bi lênerîna taybet heye û nexweşî giran e, lê derbarê wê de bê gotin ku dê bikaribe di girtîgehê de bimîne yan na." Parêzer da zanîn ku jiyana muwekilê wî di bin xeteriyê de ye û got ku wî gelek caran tişta qewimî aniye ziman.