Jinên Nîjeryayê di têkoşîna li dijî bermahiyên plastîk de li pêş in

Li Nîjeryayê jinên xizan, berhamiyên plastîk ên ku avêtine nava xwezayê kom dikin û hawirdorê diparêzin, di heman demê de ji bo veguherandinê difiroşin û dahatekê bi dest dixin.

Naveda Nûçeyan- Jinên Nîjeryayê berhamiyên plastîk ên ku avêtine nava xwezayê kom dikin û têkoşîna xwa ya parastina hawirdorê didomînin, li aliyê din plastîkên ku kom kirine didin veguherandin û dahatê bi dest dixin. Jinên Nîjeryayî, ji bo qirêjiya plastîkan kêm bikin wan berhev dikin û ji bo veguherînê difiroşin.

Di destpêka îsal de bi navbeyenkariya projeya şirîkatiya çalakiya kureyî ya plastîkan, komek lêkolînerên ku ji Nîjeryayê hatin hilbijartin, analîzeke ku bi awayê sîstematîk û berfireh qirêjiya plastîkan li Nîjeryayê pêk anîn. Lêkolîneran ji Bakur heta Başûrê Nîjeryayê ji her beşê li 5 eyaletan bi girseyan re hevdîtin pêk anîn û projeyan bi pêş xistin.

Herî zêde jin dixebitin

Ji sedî 78 jinên ku li welat bermahiyên plastîk kom dikin, di nava welat de ji cihê xwe bûne. Erka wan a rojane ew e ku, li devê riyan û di nava çopan de plastîkên ku hatine avêtin kom bikin û yên şikestî û hatine avêtin dişûn û cuda dikin. Jinên ku wî karî dikin li cihên ku plastîk lê tên berhemdan û avêtin dijîn. Lêkolîneran diyar kirin ku jinên li Nîjeryayê ji bo veguherandina bermahiyên plastîk ên zehmet kom dikin û bermahiyên plastîk înovasyon pêşengî dike, ji ber gihandina çavkaniya fînanse, di pêşxistina yekîneyên berhemdanê de astengî hene. 

Lêkolîneran dan zanîn ku ev astengiyên li pêşiya xwegihandina fînansal, di gelek rewşan de dibin sedema cihêkariya li dijî jinan. Jinên Nîjeryayê ji mafên jiyana kar û mîrasê bêpar hatine hiştin, di temenê zarokatî de tên zewicandin, rêjeya xwendin û nivîsê kêm bûye û firsend ji wan re nehatine pêşkêşkirin.