12 rêxistinên mafên mirovan li dijî îdamê bang kirin

12 rêxistinên mafên mirovan ên Îranê bertek nîşanî îdamên li Îranê dan û gotin: “Dewlet, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî, heta ku tekildarî van pêkanînan nekevin dewrê dê Îran bi awayê hovane înfazê bidomîne.”

Navenda Nûçeyan- 12 rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê têkildarî cezayê îdamê yê ku li Îranê li girtiyan hatiye birîn daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Îranê der barê kesan de biryarên Îdamê her di çend mehên dawî de zêde bûne û ev hişyarî hat kirin: “Ev înfaz ji bo di nava gelê Îranê de tires çêbike û çalakiyên ku 8 meh berê dest pê kirine biçewisîne bi zanîn tên kirin. Heta ku civaka navneteweyî gaveke cidî navêje dê ev înfaz bidomin.

‘Bûyerên îdamê ji sedî 75 zêde bûn’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji 1’ê Çileya 2023'an ve heta niha bi sedan kes hatine darvekirin û wiha hat gotin: “Li gorî çavkaniyan herî kêm bi qasî 290 an jî 310 kes hatine îdamkirin. Li gorî sala borî ji sedî 75 zêdetir bûye. Kesên ku hatine darvekirin zêditirî wan Belûcî û Kurd in. Kesên ku di sala 2023'yan de hatine îdamkirin, hinek ji wan ji sûcên tiryakê, hinek jî ji sûcên ku di warê mafên mirovan de nabin sûc hatine îdamkirin. Ev yek nîşan didin ku komara îslamê ya Îranê biryarên navneteweyî binpê kiriye.”

‘Tevî bertekan jî hukmên têkildarî mafên mirovan ji nedîtîve hatin dîtin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cezayên mirinê ji aliyê dadgehên şoreşê û dadgehên asayî yên ku mafên parastinê binpê dikin ve hatine pêkanîn û ji aliyê çavdêrên mafên mirovan ve hatiye tesbîtkirin ku di deh salên dawî de înfazên bi van rengan bi awayê pergalî zêde bûne û wiha domiya: “Tevî bertekên pisporên mafên mirovan ên NY’yê û civaka sivîl jî kiryarên li dijî mafên mirovan didomin.”

‘Divê demildest bertekên li dijî îdamê zêde bibin’

 Hat diyarkirin ku ev înfaz nîşan didin ku rayedarên Îranê li cihê ku girêdayî zagonên navneteweyî bimînin, ketine derê parastina hêza xwe û wiha bi dawî bû:

“Tu guman tune ye ku hikumet, Neteweyên Yekbûyî û civaka cîhanî, heta ku li dijî van kiryar û îdamê bi awayî cidî tiştek nekin dê hikumeta Îranê bi awayê hovane û bêwijdan înfazên xwe bidomîne. Berteka civaka cîhanî tenê têr nake loma divê bertekek mezintir hebe. Saziyên Îranê ji bo muxalefetê bitepisînin û kontrola xwe bidomîbin biryarên îdamê wekî çekê bi kar tînin. Divê civaka cîhanî bikeve dewrê. Demildest divê bertek û helwestek tund nîşan bide.”