‘Jin bi xebatên medyayê dikarin xebatên gelek baş bikin’
Rojnamevan Hana Şiwan got ku armanca wan ragihandina dengê civakê û bi taybetî jî jinan e diyar kir ku jinên rojnameger dikarin bibin dengê komên ku di civakê de hatine paşguhkirin.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Her çendî jin di warê medya û rojnamevaniyê de potansiyeleke girîng nîşan bidin jî çanda baviksalar û awayên hizirîna civakî hê jî li ber xuyabûna jinan di anîna ziman a nêrînan û beşdariya bi bandor a jinan di medyayê de asteng in.
Yekîtiya Jinên Rojnamevan ne tenê gavek ji bo piştgirîkirina hev e, dikare bibe hêzek bi bandor ji bo guherandina vê çandê û bi awayekî azad û xurt gihandina dengê jinan ji bo nava civakê. Rojnamevanên jin li gorî jêhatiyên wan di nivîsandin, rapor, pêşkêşkirin û afirandina naverokê de, dikarin pirsgirêk û daxwazên jinan bikin mijara nîqaşê, hişmendiya civakî zêde bikin û ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên jinan, gavan bavêjin.
Yekîtiya Rojnamevanên Jin dikare ji asta behskirina pirsgirêkên jinan, derbasî qonaxa bandorkirin û guhertinê bibe. Dema ku jin di warê medyayê de piştgiriya hev dikin û hêza xwe ji bo gihandina peyamên jinan bi kar tînin, medya dibe saziyek ji bo parastina maf û dengê jinan. Ne tenê cihek ji bo ragihandina nûçeyan, belkî ji bo têkbirina çanda baviksalar jî. Ji ber ev yek tenê bi gotinan pêk nayê. Pêwîstî bi dengê jinan ê hevgirtî, berdewam û wêrek heye. Ji ber wê divê jinên di medyayê de dixebitin li gel hev bisekinin. Ezmûn û jêhatîbûnên xwe parve bikin û medyayê bikin dengê wan jinên ku dengê wan hê jî bi temamî negihîştiye civakê. Seroka Rêxistina Jinê ya Ragihandin û Rewşenbîran Hana Şiwan têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî.
‘Yekîtiya rojnamevanên jin stûna sereke ya pêşveçûna wan e’
Hana Şiwan wiha got: “Ne tenê rojnamevanên jin, bi giştî jin di warên cûrbecûr ên jiyana xwe de rastî gelek astengiyan tên. Jin ji kêliya ewil a derketina ji malê û heta gihîştina cihê karê xwe ve, rastî gelek astengiyan tên. Cûreyê cihê kar, şert û mercên jîngehê yên karê wan, peymanên ku ew îmze dikin, ew karê ku dikin hemû astengiyên mezin hene. Lê di dawiyê de, rojnamevanên jin ên wêrek kar dikin, çi wek nûçegihan an jî pêşkêşvan, bûne stûna sereke ya kar li van kanalan. Yekîtiya Rojnamevanên Jin stûneke sereke ya pêşveçûna wan e. Ew bingeheke sereke ya serkeftinê ne.”
‘Yekîtî dikare hêza jinan di medyayê de zêde bike’
Hana Şiwan da zanîn ku yekîtiya jinan di medyayê de hêzeke ji bo şikandina çanda mêraniyê û parastina dengê jinan e û got: “Li ku derê kar dikin bila bikin dê bibe yek ji stûnên sereke ji bo pêşveçûna rojnamevanên jin. Jinên di medyayê de divê hevkariyê bikin. Daxwaz û pirsgirêkên xwe bi yekdengî bînin ziman; ji ber ku yekîtî dikare hêza jinan di medyayê de zêde bike û derfetê bide wan ku bi awayek bi baştir bandorê li biryarên raya giştî û arasteya civakê bikin. Erka rojnamevanên jin ne tenê pêşkêşkirina pirsgirêkan e, lêgerîna li sedem û çareseriyan e. Bi riya rapor, nîqaş û lêkolînên medyayî, ew dikarin mijarên têkildarî jinan bikin mijara nîqaşa giştî û ji bo guhertin û çareseriyan zexta civakî çêbikin.”
‘Jinên rojnamevan dikarin bibin dengê komên ku di civakê de hatine paşguhkirin’
Hana Şiwan wiha berdewam kir: “Her dem baweriya me bi gihandina dengê mirovan heye. Jin jî dikarin dengê xwe bigihîjînin û roleke bi bandor nîşan bidin. Ew dikarin bibin dengê komên di civakê de hatine dûrxistin. Jinên ku rastî zordariya yasayê tên, jinên ku bi astengiyên mezin ên kar re rûbirû ne, ew jinên xwedî pêdiviyên taybet in, an jî kesên ku ne xwedî kar û perwerde ne. Jin dikarin rewşa civakê bi temamî fêm bikin, hûrgiliyên wê baş têbigihîjin û bibin dengê wê. Jinên rojnamevan xwedî berpirsiyariyeke giran in. Medya bi gelemperî li hemberî civakê xwedî erkek mezin e, ji ber ku di civaka me de gelek komên bêparastin hene. Divê medya ji bo gihandina dengê wan pir bi baldarî bixebite. Li ser girîngiya jinan û rola wan a di civakê de xebat bên kirin. Divê rojnamevanên jin hemû warên jiyanê fêm bikin û bikaribin li ser hemû valahiyên heyî bixebitin, bikaribin hêza xwe bi pêş bixin da ku bikaribin beşdarî hemû warên jiyanê bibin. Tu qad ji bo zayendek ne taybet e, hemû qadên jiyanê yên herdu zayendan in.”
‘Jinên rojnamevan xwedî hêza xebatê ne’
Hana Şiwan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin xwe xurt bikin da ku bi wêrekî û bêtirs derkevin pêş. Ew dikarin di medyayê de rolên baş bilîzin. Hêza radestkirina dengê bi bandortir û bihêztir nîşan dide ku ev pêdiviyeke bingehîn e. Pêdiviya civaka me bi nîqaşan li ser mijarên yasayî, civakî û tundiya li dijî jinan heye. Divê mijarên kuştina jinan û xweşewitandinê bi hûrgilî bên nîqaşkirin. Divê ev diyalog ne di navbera du jinan de be, diyalogeke civakî be. Divê beşdarên wê pispor û kesên di vê warî de bi hêz bin. Erka civakê ew e ku beşdarî têkoşîna li dijî pirsgirêkên civakî bibe. Divê jin jêhatîbûnên xwe zêde bikin û hêza xwe kom bikin. Jinên rojnamevan xwedî hêza kar a mezin in. Li şûna ku hûn xwe bi çend mijarên kêlekî ve mijûl bikin, pêwîst e armancên we taybettir û planeke hûrgilî hebin û hûn bi hevkarên xwe re bibin yek.”