RAJIN: Em ê li şopa Gurbetellî, kevneşopiya çapemeniya azad bi awayekî bêwestan bidomînin

RAJIN’ê bi daxuyaniyeke ku ji bo salvegera koça dawî ya Gurbetellî Ersoz û Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd hat dayîn, bal kişand ser zextên li ser rojnamevanên jin û soz da ku kevneşopiya çapemeniya azad bidomîne û bibe dengê jinan.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Ragihandina Jinê (RAJIN) bi boneya 7’ê Cotmehê salevegera Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek da. RAJIN’ê bal kişand ser kesayet û mîrateya Gurbetellî Ersoz û wiha got: “Wê wekî yekem edîtora jin mohra xwe li dîroka rojnamegeriya Kurdî û kevneşopiya çapemeniya azad xist. Wê jiyana xwe ji bo têkoşîna afirandina cîhanek azad, wekhev û dadperwer terxan kir. Gurbetellî Ersoz, pêşenga kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşgerek di tevgera azadiya jinan de ye. Di sala 1965’an de li gundê Ziver ê navçeya Palo ya Xarpêtê ji dayîk bû. Piştî ku ji Fakulteya Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurova mezûn bû, mastera xwe qedand û wekî alîkara lêkolînê xebitî. Ji sala 1987’an û pê ve, wê têkoşîna çalak hilbijart. Di sala 1989’an de hate girtin. Piştî ku di sala 1993’an de ji girtîgehê derket, bû edîtora giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê. Ew bi dehan karmendên rojnameyê re hate binçavkirin û di dema binçavkirina xwe de rastî îşkenceyên giran hat.”

'Wê jiyana xwe ya şoreşgerî li çiyayên Kurdistanê domand'

RAJIN’ê têkoşeriya Gurbetellî bi van gotinan bi bîr xist: “Piştî girtina wê ya duyemîn ku bi qasî şeş mehan dom kir û bi gefên zêde yên hêzên kontrgerîla, ji sala 1995’an û pê ve wê jiyana xwe ya şoreşgerî wekî gerîla li çiyayên Kurdistanê domand. Wê di çalakiyên YAJK'ê de roleke fermandariyê girt ser xwe. Heta roja ku şehîd bû, wê her roj bi coş şer dikir, dilê wê li çiyayan mabû. Em hemû şehîdên xwe yên Cotmehê, di şexsê Gurbetellî Ersoz (Zeynep) ku di 8’ê Cotmeha 1997’an de li çiyayên Başûrê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

'Ew ne kesek e ku winda bûye, rêyek ber bi pêş ve ye'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 28 sal di ser nemirbûna Gurbetellî Ersoz re derbas bûne û wiha hat domandin: “Mîna hemû kesên ku jiyana xwe feda kirin û dizanibûn ku jiyana ku ew xeyal dikirin, dixwestin û hesreta wê dikirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê gengaz bû, ew jî îro ne kesek e ku winda bûye, ew kes e ku rêyek ber bi pêş ve ye. Di seranserê dîrokê de, ew kesên ku tevî bedêlên giran ên ku di bin şert û mercên faşîst de hatine dayîn, jiyanek tijî berxwedan, zehmetî û têkoşîn hilbijartine, ew kes in ku mîna hevrêya me Gurbetellî, xwedî îradeya azad, hişmendiyek kûr û dilê mezin ê tijî wêrekiyê ne.”

‘Em ê ji eşkerekirina rastiyê dûr nekevin’

RAJIN’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên zext, krîmînalîzekirin û sansura dîjîtal a li ser rojnamevanan û ev nirxandin kir: “Em vê rojê jî pîroz dikin, ku ji 8’ê Cotmeha 2014’an vir ve ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz, wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hatiye ragihandin. Em pîrozbahiyên xwe li hemû xebatkarên çapemeniyê yên jin dikin ku mîrateya hevalên xwe yên ku di lêgerîna xwe ya rastî û têkoşînê de bedêl dane, mîrat girtine. Di demekê de ku dewlet bi rêya binçavkirin, girtin, lêpirsîn, gefên fîzîkî, astengkirina nûçeyan, tacîza devkî û destwerdana zayendî çalakiya rojnamegeriyê bi awayekî pratîkî krîmînalîze dikin, guman tune ku nirx û wateya van hewldanan mezin bûye.

Bicîhanîna zextê hem ji hêla hejmarî ve zêde dibin û hem jî li platformên cûda belav dibin. Hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevanan, malperên nûçeyan û hesabên weşanan an bi tevahî têne girtin an jî gihîştina wan tê astengkirin, ku di encamê de sansura dîjîtal çêdibe. Eşkere ye ku em, wekî rojnamevanên jin, ku li pey şopa Gurbetellî diçin û bi mîsyonek pêşeng di kevneşopiya çapemeniya azad de xebata xwe didomînin, dê ji ber hemû polîtîka û pratîkên zext, çavtirsandin û bêhêvîkirinê ji eşkerekirina rastiyê dûr nekevin.”

‘Em ê li dijî feraseta zayendperest têkoşîna xwe bidomînin’

Di daxuyaniyê de li ser armanc û perspektîfa têkoşînê ev tişt hatin destnîşankirin: “Em dizanin ku cîhan ji ber hişmendiya serdestiya mêran dikeve nav şer, pevçûn, kuştina jinan, xizanî, bêparî û wêrankirina jîngehê. Em hewlek sîstematîk dibînin ku têkoşîna azadiya jinan, lêgerîna wan a mafan û destkeftiyên wan tarî dike. Bi zanîna ku pirsgirêkên jinan di bingeha pirsgirêkên civakî de ne, em ê li dijî feraset , ziman, şêwaz û nêzîkatiyên zayendperest ên ku di hemî warên jiyanê de, di nav de medyayê jî, belav bûne, têkoşîna xwe bidomînin; ji bo ku bibin bîr û dengê jinan û hemû bindestan û ji bo lêkolînkirin û eşkerekirina rastiyê.”

‘Erkê me ye ku em bîranîna Gurbetellî zindî bihêlin’

Di dawiya daxuyaniyê de navên jinên rojnamevan û têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dane hatin silavkirin û wiha hat domandin: “Şevîn Bîngol, Şîlan Aras, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan, Emîne Demîr, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bilgîn, şervana rastiyê ya zanista Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel û hemû şehîdên me yên din ku mîrata Gurbetellî hiştiye bidomînin û biparêzin, bi bîranînên xwe têkoşîna me ronî dikin û rêberiya me dikin.”

Her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo merasîma Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hat bi bîrxistin û wiha hat bidawîkirin: "Erkê me ye ku em bîranîna Gurbetellî zindî bihêlin û raman û têkoşîna wê ji nifşên pêşerojê re veguhezînin. Bi mezinbûna rêxistinbûnê û bi hêza ji kevneşopiya şehîdan girtî, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a ku cîhanê azad bike, em ê têkoşîna xwe ji bo gihîştina civakeke demokratîk û sosyalîst bilind bikin.”