Ji koçberên Efrîn-Şehbayê di yekemîn salvegera koçberiya duyemîn de daxuyanî

Meclîsa Koçberên Efrîn-Şehbayê bi boneya salvegera yekemîn a koçberiya gelê Efrînê ji Şehbayê, daxuyaniya çapemeniyê da.

Qamişlo – Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê, li Stadyûma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya salvegera yekemîn a derketina gelê Efrînê ji Şehbayê daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de koçberên Efrînê û şêniyên bajar amade bûn.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê Rizgar Lûlû ve hat xwendin û bi zimanê Erebî ji aliyê rêvebera Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Taxa Xerbî Henan Kedro ve hat xwendin û wiha hat gotin:

“Salek li ser koçberkirina şêniyên Efrînê ji herêma Şehbayê û gundewarên bakurê Helebê bi cih bibûn, derbas dibe. Sedema koçberkirina bi hezaran koçberên Efrînê ji Şehbayê, ji ber çeteyên hov ên di çarçoveya êrişên bi navê Şefeqa Azadiyê dabûn destpêkirin bû.

Piştî operasyonên bi navê Şaxa Zeytûnê ku bi hezaran şêniyên Efrînî ji malên xwe koçber kirin, dar û kevir li Efrînê hatin şewitandin û bi hezaran şêniyên Efrînê hatin revandin û kuştin.

‘Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji herêma Şahbayê ber bi rojhilatê Firatê ve koçber bûn’

Lê gelê Efrînê jiyana xwe li ser bingeha berxwedana ji bo vegera Efrînê li herêma Şehbayê domand. Lê belê di encama piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji çeteyên xwefiroş ên bi nave Emşat, Hemzat û Sultan Murad, koçberiya duyemîn a gelê Efrîn û Şahbayê ji herêma Şahbayê ber bi rojhilatê Firatê ve pêk hat. Ji ber vê yekê, em van kiryarên ku sûcên li dijî mirovahiyê ne bi tundî şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku rayedarên Şamê tedbîr û biryarên lezgîn bigrin da ku berpirsên van kiryaran hesab bidin û Efrînê vegerin warên xwe.

‘Vegera koçberan bi misogerkirina parastina wan pêkan e

Her wiha em bang li gelê xwe dikin, ji bo vegera girseyî li herêma Efrînê, xwe birêxistin bikin û mafê xwe yê rewa, yê jiyana bi rûmet û ewlehî li ser axa xwe bi dest bixin. Em tekez dikin ku riya herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan bi awayekî dadwer û domdar bicihanîna peymana 10’ê Adarê ye ku vegera koçberan û misogerkirina parastina wan destnîşan dike, rê dide şêniyên herêmê ku bajar û bajarokên xwe li gorî prensîbên demokrasiya herêmî birêve bibin.”