Li Tûnisê zextên li ser jinan zêde dibe: Ji tevgerên jinan banga piştevaniyê
Li Tûnisê ji ber hedefgirtina jinan û zêdebûna zextên li dijî rêxistinên jinan, banga piştevaniya netewî û navnetewî hat kirin.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Li Tûnisê di mehên dawî de tevgerên jinan bi zextek mezin re rûbirû ne. Binçavkirina aktivîst Şeyma Îsa, sekinandina xebatên Komeleya Jinên Demokratîk, di nava parêzvanên mafên jinan ên welat de fikarek mezin ava kiriye. Lewma jî piştevaniya netewî û navnetewî ket nav liv û tevgerê.
Rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan û torên femînîst ên li herêmê, van bûyeran wek tengkirina civaka sivîl û gefek cidî ya li dijî azadiya îfadeyê dinirxînin. Tevî vê jî jin ji bo parastina mafê xwe banga piştevaniya bi hêz dikin û peyama ‘em destûr nadin paşketinê’ bilind dikin.
Banga NADA destek dît
Gelek rêxistinên jinan û komeleyan, anîn ziman ku piştevaniya Komeleya Jinên Demokratîk dikin. Di nava van saziyan de Hevgirtina Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA), di daxuyaniya piştevaniyê ya weşandî de, diyar kir ku tiştên qewimîne, nîşaneya zêdebûna zextên li dijî qada civaka sivîl a femînîst e. Di daxuyaniyê de banga ketina nav liv û tevgerê li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî hat kirin. NADA’yê xwest ku jinên demokrat ên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqa û çar aliyên dinyayê dengê xwe bilind bikin û daxwaza edaletê bikin. Ev daxuyanî ji gelek jinên aktivîst û parêzvanên mafan yên welatên Bakurê Efrîqa, Rojhilata Navîn û Ewropa destek dît. Seroka Yekîtiya Jinên Netewî ya Tûnisê Radhia Jerbî, di raportaja ku dabû ajansa me de, diyar kiribû ku ew piştevaniya Komeleya Jinên Demokratîk dike. Destnîşan kiribû ku hedef girtina rêxistinên jinan û aktivîstên jin, êrîşek li dijî mafê jinan e û hewldana wan a ji bo kirina bin zextê ye.
Peyamên piştevaniyê
Ji Çepera Wekheviyê, aktivîsta femînîst Nejat Al-Araarî, da zanîn ku ji zexta li dijî aktivîstên jinan ên di qada sivîl de ya ji ber fikrên wan, her wiha girtina wan, mirov gelek acis dike.
Endama Komeleya Jinên Demokratîk Fethiye Saîdî, da zanîn ku ev zextên ku ji welatên dinyayê tên, dikarin weke kampanyayake piştevaniya Ereb a navnetewî û girîng bên dîtin. Fethiye anî ziman ku Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê ku xwedî 36 salên têkoşînê ye, hem di civaka Tûnisê de, hem jî di civaka navnetewî de pergalek bi kok û bawer e. Fethiye Saîdî got ku piştevaniya femînîst yek ji rêgezên bingehîn ku eslê nêzîkatiya femînîst a li Tûnisê ye, her jinên ku rastî tundiya civakî, aborî û siyasî tên, bi wan re di nava piştevaniyê de ye û destê alîkariyê dirêjî wan dike.
‘Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn’
Endama Şaxa Susa ya Komeleya Jinên Deokratîk Lamîa Aşaş da zanîn ku ew zextên bi biryara siyasî li ser civaka sivîl û azadiyan qebûl nakin û got: “Ev ne ew Tûnisa ku em jê hez dikin e. Ji ber vê emê ji bo komele û partiyan têbikoşin, ji ber ev qad qadên ku ên gihayî û zarok nêrînên xwe îfade dikin û xwe lê pêşdixin e. Ji bo sekinandina hemû awayên tundiya li dijî jinan û di nava aştiyê de bijîn, piştevaniya femînîst neçarî ye.”
Selma Kanavî da zanîn ku piştevaniya femînîst pêwîstiyeke, ji bo destekkirina jinan a beşdariya xwepêşandanan jî girîng e. Destnîşan kir ku dema jinek ji bo mafê xwe dadikeve qadan, di pirsgirêkên din de jî gotin gotin e, jin rastî hemû cûreyên tundiyê hatine û heta xwekuştinê jî fikirîne, lê belê Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê da diyar kiriye ku ew wek malbatekê ye û destek dide wan, alîkarî daye wan qonaxên zor.