Gulîxan Sofî: Stratejiya nû ya dagirkeriya Tirk li ser koçberên Serêkaniyê
Gulîxan Sofî got ku di demek dosyeya vegera koçberên Serêkaniyê li ser maseya danûstandinan e dagirkeriya Tirk li ser stratejiyek xwe ya nû ku wê demdirêj li Serêkaniyê bimîne dixebite çimkî binesaziya xwe ya leşkerî û ewlekarî bihêztir dike.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Planeke navneteweyî heye ku Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên Îsraîl, dewletên Rojavayî û Amerîkayê ji nû ve şêwe bikin û ev êdî hatiye dest pê kirin. Ji ber vê yekê, Tirkiyeyê jî planên xwe guhert û vê carê bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), ku ji terorê bûn desthilatdar, bi awayekî veşartî li Sûriyeyê dest bi tevgerê kiriye.
Dagirkeriya Tirk îsal xwe bêtir li hundir Sûriyeyê û bajarên wê de bihêz kiriye. Her çiqasî bi fermî nehatibe gotin jî lê pir eşekere ye ku li Sûriyeyê biryar di destê dagirkeriya Tirk de ye û xelkên Sûriyeyê bêbiryar û bêrol dimînin. Plana Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Sûriyeyê a ku bi salan e ji bo wê êrîş dike û komkujiyan pêk tîne, bi saya hêzên hegemon biserket.
Di demek ku proseya vegera koçberên Serêkaniyê li ser maseya danûstandinan di navbera hikûmeta Şamê û komîteya entegrasyonê a QSD’ê nîqaş tê kirin, planên dagirkeriya Tirk derdikeve pêş.
Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclisa bajarê Til Temir a Rojavayê Kurdistanê Gulîxan Sofî ji ajansa mere axivî.
Veger di nîqaşê de ye
Gulîxan got ku koçberên Efrînê vegeriyan lê vegera koçberên Serêkaniyê hîn di nîqaşê de ye û wiha dewam kir: “Her çiqasî koçber ji bo vegerê bi coş bin û soza meşa bi pêxwasiyê jî dabin lê metirsiyên wan di dema dawî de zêdetir bûn. Ji bo ku koçber vegerin malên xwe, kesên ku ketine malên wan û wêrankirine- fidyeyan ango pereyan dixwazin û bi awayekî giştî guhertinên demografî li bajar rûda ne.”
Ji hundir Serêkaniyê gefa kuştinê li Kurdên ku wê vegerin tê xwarin
Wê ji sedî 80 ji koçberên Serêkaniyê venegerin ser axa xwe!
Gulîxan diyar kir ku metirsiya koçberan ji vegerê sedema wê xwe dispêre hebûn û mayina dagirkeriya Tirk li bajar û gundewarên wê û wiha pêde çû: “Dibe ku dagirkeriya Tirk çekên xwe yê giran kişandibin lê hebûn û mayîna xwe ya leşkerî û îstîxbaratî bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), bi awayekî veşartî li Serêkaniyê xwe bihêz kiriye. Çete û kesên ku li Serêkaniyê di dema dawî de derketin û gefa kuştinê li Kurdên ku wê vegerin xwarin, yek ji planên dagirkeriya Tirk bû. Hêviyên vegerê bi rastiya xeteriya dagirkeriyê re rû bi rû tê. Ji lewra heta dagirkeriya Tirk li wir be dibe ku ji sedî 80’ê ji koçberên Serêkaniyê venegerin ser axa xwe.”
‘Divê armanc û stratejiya dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê a nû berî vegera koçberan zelal bibe’
Gulîxan dipirse û dixwaze bizane ka heta çi radeyê wê dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê be û bi çi rolê rabe û wiha dirêjî da gotina xwe: “Gelê Serêkaniyê ji 2019’an ve êş û jana ji ber dagirkeriya Tirk dikşînin, hatin qetil kirin, îşkence kirin û rûbirû yê revandin û tecawîzê jî hatin. Eger wê Tirk bi awayekî veşartî li Serêkaniyê bimînin jî ev metirsiyên nû li ser jiyan û ewlehiya koçberan çêdike. Pêwîste ku armanc û stratejiya dagirkeriya Tirk a nû li Serêkaniyê berî vegera koçberan zelal bibe.”
Dagirkeriya Tirk xwe venekişandiye hîn ger û dewriyên xwe davêjin û baragehên xwe bihêz dikin
Gulîxan da xuya kirin ku gelê Sûriyeyê dikarin bihevre welatê xwe ava bikin û pêwîstiya ku destwerdana Tirkiyeyê bo Sûriyeyê were rawestandin anî ziman û wiha pêl da gotina xwe: “Pirsgirêka Sûriyeyê tune ye ku Kurd û Ereb bihevre bajarê xwe ava bikin û birêve bibin. Lê pirsgirêk ew e ku dagirkeriya Tirk û MÎT wê li bajarên wan be? Ji ber li gor agahiyan balafirên keşfê yê bêmirov li ser asîmanê Serêkaniyê, Til Temir, Kobanê û heta Girê Spî jî digerin, dewriyên leşgerî li van gundan davêjin û hîn jî baragehên leşkerî li gundan vegera sivîlan asteng dikin.”
Serêkaniyê çawa heta îro dagirkirî ye!
Gulîxan destnîşanî dagirkirina Serêkaniyê ji Cotmeha 2019’an ve ji hêla Tirkiyeyê ve kir û got ku ji wê demê ve dest pê kir û heta îro jî didome û wiha axaftina xwe dewam kir: “Dibe tang û topên xwe ji ber çavan veşartibin, lê bi hebûna baragehên xwe yê leşkerî û sixûrên xwe yê li ser erdê herwiha bi hebûna çeteyên HTŞ’ê ku perwerdeya xwe li ber destê wan dîtine, dagirkirina Serêkaniyê didomînin. Heta ku ew kesên parêzgehên din yê Sûriyê li Serêkaniyê hebin û malek Kurdan dagirkirî be wê veger ne ewle be û koçberên vegerin rû bi rû yê revandin, binçavkirin û qetilkirinê werin.”
Temenê xwe li Serêkaniyê dirêjtir dike û binesaziya xwe ya leşkerî û îstixbaratî xurtir dike
Gulîxan bal kişand ser stratejiya nû ya dagirkeriya Tirk û wiha got: “Koçberên Ereb yê ku xwestin vegerin gundê Erîşa ê Serêkaniyê ku barageha dagirkeriya Tirk jî lê heye, rastî gulebaranê hatin. Ev dide diyar kirin ku dagirkeriya Tirk bi eşkere baragehên xwe bihêz dike û dixwaze dagirkirina gund û bajarên me dewam bike. Artêşa Tirk a dagirker dixwaze temenê xwe li Serêkaniyê dirêjtir bike û binesaziya xwe ya leşkerî û îstixbaratî xurtir dike. Ev rastteqînek e ku koçberên xwestine vegerin jî, stratejiya dagirkeriyê ya nû li ser erdîngariya xwe, naskirine. Bi van kiryaran dagirkeriya Tirk ji koçberan re dibêje ku hun ê wekî hun dixwazin venegerin ser axa xwe û ez ê peymana 29’ê Çileyê jî nas nekim.”
Peyamek ji bo rayedaran: Jiyana koçberan garantî bikin paşê vegera wan nîqaş bikin
Gulîxan daxwaz ji hêzên navneteweyî kir ku vegera koçberên Serêkaniyê garantî bikin û dagirkeriya Tirk ji wir derxînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî peymana 29’ê Çileyê lê hîn ewlehiyek domdar çênebûye heta ku vegera koçberan nîqaş dikin û ger rewş wiha bimîne wê peyman tenê li ser rûpelan bimînin. Heta ku ewlehiya koçberan piştî vegerê jî neyê garantî kirin wê hemû hewldan têk biçin û pûç bimînin. Em naxwazin senaryoya revandin, binçavkirin û îşkencekirina Kurdên me yê li Efrînê û Şehbayê li Serêkaniyê jî dûbare bibe. Bila Tirk ji Serêkaniyê ji kok ve vekişin da ku jiyana Kurdan nekeve xeteriyê.