Rêwîtiya berxwedanê ku ji eniyên şer heta eniya jiyanê didome
Gaziyên ku bal kişandin ser girîngiya berxwedanê, gotin ku ev tenê di eniyên şer de nayê pîvan û destnîşan kirin ku vînek tevî hemû şertên dijwar, hîn jî berdewam e.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Tevî şert û mercên dijwar ên jiyanê û berxwedana berdewam a gelan, hîn jî cûreyek din a têkoşînê heye ku di her kêliyê de dom dike û ji nav êş û zehmetiyan îrade û hêvî diafirîne. Gaziyên şer ku di eniyên şer de birîndar bûn, îro jî bi heman ruh û baweriyê li ser rêya xwe dimeşin û dibêjin ku birîn ne dawiya têkoşînê ye.
Gaziyên şer bi riya ajansa me behsa kêliyên jiyana xwe ya di nava şer û domandina berxwedanê de kirin.
Gaziya şer Feraşîn: Bi birîndarbûna xwe re min jiyan bi wateyek nû naskir
Feraşîn, yek ji gaziyên şer e. Feraşîn bi xwe ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye. Di sala 2013’an de tevli YPJ’ê bû û got ku tevlîbûna wê bû sedema ku di nav xwe de hêz û baweriyek nû biafirîne. Feraşîn diyar kir ku di nav şer de ne tenê wekî şervanek rolek girtiye, her wiha bi deng û moralê xwe jî alîkariya hevalên xwe kiriye. Di qonaxa şerê li dijî DAIŞ’ê de li Reqayê bi bombeyekê birîndar bû û perçeyên bombeyê di laşê wê de man. Feraşîn wan kêliyan wiha vegot: “Dema ku ez li Reqayê birîndar bûm, min jiyan bi awayekî din nas kir. Armanca min ew bû ku welat ji dagirkirinê rizgar bikim û gel ji qirkirin û tunekirinê biparêzim.”
Rola jinan di eniyên pêş de û berxwedana li dijî şertên giran
Feraşîn tekez kir ku YPJ ji bo wê ne tenê hêzek e, her wiha mîrateya berxwedanê ye ku bi sedan gazî û şahîd rastiya wê nîşan dane û wiha got: “Di gelek qadên şer de, bi taybetî li eniyên pêş, şervanên jin rola sereke lîstin. Tevî bikaranîna teknîk û balafiran a li dijî me, îradeya berxwedanê hate parastin. Yekîtiya gelan û tecrûbeya salên şoreşê girêdana gel bi hêzên xwe yên YPJ’ê ve zêdetir kir.”
‘YPJ mîrasa têkoşînê ye’
Feraşîn diyar kir ku niha her çend şert û mercên siyasî guherî bin jî, YPJ nikare were paşguhkirin û wiha domand: “Niha hikûmeta demkî ya Şamê YPJ’ê qebûl nake, lê em ê vê yekê bi hikûmetê bidin qebûlkirin û îqnakirin. Ji ber ku YPJ xwedî mîrasekî têkoşînê ye û ev rastiyek e ku bi sedan gazî şahidê wê ne.”
Feraşîn da zanîn ku di nava şer de li eniyên pêş de rola herî girîng şervanên jin ên YPJ’ê lîstin û got: “Em wekî YPJ, me xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de ava kir û em ê li ser vê xetê têkoşîna xwe dewam bikin. Li dijî YPJ’ê teknîk û balafir hatin bikaranîn, lê dewletê nekarîbû sîng bi sîng li ber me bisekinê. Li Kobanê bi pêşengtiya YPJ’ê hêza teknîkî ya dewletan têk çû û yekîtî û serkeftin derket holê. Ji ber ku em xwedî felsefeyekê ne ku tê de hevgirtina gelan esas e. Niha careke din li Reqa gelek kes banga QSD û YPJ’ê dikin û ev ji bo me hêviyek mezin e.”
Berxwedana Bendava Tişrînê: Dîwarê hêz û hêviyê
Feraşîn got ku berxwedana Bendava Tişrînê ji bo wan sembola hêz û hêviyê ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Li wê bendavê rihê gelê şoreşgerî hate tesbîtkirin. Ew berxwedan bi pêşengtiya dayîkan pêk hat. Gotin ‘em ji mirinê mezintir in’. YPJ ji bo gelê xwe bi rih û canê xwe feda kir, lewma gel piştgirî dide hêza xwe.”
Li ser pêvajoya avakirina Sûriyê jî Feraşîn ev nirxandin kirin: “Eger îro YPJ di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de neyê qebûlkirin, wê Sûriyeyeke wekhev, pirreng û demokratîk neyê avakirin.”
Dîdem Dîrîk: Felsefeya Abdullah Ocalan vegera li cewher e
Gaziya şer Dîdem Dîrîk ragihand ku tevlîbûna wê wekî jinek ji pêkhateya Ereb, bi naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Ev felsefe hejandinek mezin di nav civakan de afirand û bandoreke mezin li ser jinan çêkir. Rêber Ocalan bi felsefeya xwe ya azadiyê rê ji bo jinan vekir ku vegerin cewhera xwe. Bingeha hemû destkeftiyên ku jin îro gihîştinê, ew fikir e.”
Şêx Meqsûd: Berxwedana li dijî dorpêç û şertên dijwar
Dîdem di dirêjahiya nirxandina xwe de bal kişand ser berxwedaniya dîrokî ya li taxa Şêx Meqsûd a parêzgeha Helebê. Dîdem got ku wê jî di şerê Şêx Meqsûd de cih girtiye û li wir bi şertên gelek dijwar re rûbirû maye û wiha domand: "Me dît ku dijminên me yên terorîst çawa li dijî me bûn yek û xwestin îradeya me bişkînin. Ew şer bi deh hezaran çete û bi teknîka herî pêşketî hate meşandin. Tevî ku hemû çekên giran hatin armanckirin, fikir û berxwedana me her diyarker bû. Dijmin dikare her tiştî bike, lê tu carî nikare îradeya berxwedana me bişkîne.”
‘Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi pêşengtiya jinan deng veda’
Dîdem her wiha destnîşan kir ku di taxên bajarê Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi pêşengtiya jinan berxwedaniyek mezin hatiye meşandin. Dîdem wiha behsa kêliyên zehmet ên di nava dorpêçê de kir: “Em di nexweşxaneyê de bûn, gel û zarok jî tê de bûn. Me li aliyekî şer dikir, li aliyê din jî xizmeta bijîşkî dikir. Her wiha hewl dida ku alîkariya gelê di çemberê de bikin. Li wir av û xwarin nema, zarok û jin di şertên herî zehmet re derbas bûn. Me li şûna avê serûm dida zarokan, ev ji bo me êşa herî giran bû.”
Şehîd Denîz û soza domandina rêya berxwedanê
Dîdem diyar kir ku berxwedana Şêx Meqsûd nîşan daye ku jin dikare di şertên herî dijwar de jî bibe hêza jiyanê û bi van gotinan bidawî kir: “Ez û Şehîd Denîz di yek tabûrê de me cih digirt. Dema me şer dikir ez ji lingê xwe birîndar bûm; ez li nexweşxaneyê bûm û min bihîst ku Şehîd Denîz şehîd bûye. Min soz da xwe ku ez ê baş bibim, li ser lingên xwe bisekinim û şopdara rêya rêhevalên xwe bim. Rast e me perçeyek ji laşê xwe da, lê li şûna wê perçeyê îrade û hêzeke mezin a domandina têkoşînê di me de ava bû.”