‘Girêdana pêkanîna yasayê bi biryara MGK’ê re pirsgirêka Kurd çareser nake’

Hevseroka şaxa Wanê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ayten Kiran, biryara girêdana pêkanîna yasaya çarçoveyî bi biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) re rexne kir û diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd, polîtîkayên ewlehiyê ne.

MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN

Wan – Her çend niha di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li benda gavên demokratîk ên berbiçav in jî, gava yekem a ku dewlet û hikûmetê di çarçoveya vê pêvajoyê de avêtî, ‘Yasaya hejmar 7595 a derbarê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî’ de bû.

Lê belê danîna şertên cûda yên ji bo pêkanîna yasayê, dibe sedema rexne û bertekan.

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş, derbarê Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de got: “Heta ku rêxistin neyê hilweşandin û bêçekkirin, yasa nayê pêkanîn. Ev garantiya yekem e.”

Gelê ku yasaya çarçoveyê wek ‘yasayek destpêkê’ dibîne, dibêje ku pêşvebirina pêvajoyê di bin siya polîtîkayên ewlehiyê de baweriyê qels dike û pirsên gelo pêvajo dê li gorî bendewariyan be bi xwere tîne.

Hevseroka şaxa Wanê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ayten Kiran, hêviyên gel û yasaya çarçoveyê nirxand.

‘Divê hemû rêxistinên civaka sivîl tê de cih bigrin’

Ayten Kiran diyar kir ku yasa ne li gorî bendewariyên derbarê pêvajoyê de ne û wiha got: “Rakirina hemû darizandin û mehkûmiyetên ku bûne sedemê pirsgirêka Kurd, dê pêvajoya bêçekkirin û aştiya civakî bileztir bike. Ger sedema derxistina vê yasayê pirsgirêka Kurd be û ger armanc dikin ku pirsgirêka Kurd bi vê yasaya çarçoveyê çareser bikin, divê hemû kirdeyên li vir li ber çavan bigrin û azadiya wan pêk bînin. Ji bo pêvajo bi serkeftî û di çarçoveya yasayê de be, divê hemû rêxistinên civaka sivîl tê de cih bigirin. Wekî din, madeyên 3, 6 û 7 behsa ‘qedexeya siyasî’ dikin. Dema ku qedexeyek siyasî li ser kesên ku çekên xwe datînin tê sepandin, pêvajoyek çawa ya entegrasyonê pêk tê? Ji pêvajoyek wisa encamek çawa tê hêvîkirin? Divê ev tişt li ber çav bên girtin.”

‘Divê biryarên DMME û AYM’ê bên pêkanîn’

Ayten Kiran, dozên ku Tirkiyeyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Makezagonê (AYM) bicîh neaniye bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ev biryar bêyî li benda yasayek nû bîmîne, bên pêkanîn.

Ayten Kiran, bi bîr xist ku di yasaya derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de tu xalek bi bandor tune ye û Biryarnameya Yasayî (KHK) ya hîn dewam dike, wek mînak nîşan da.

Ayten Kiran wiha got: “Ger akademîsyenên ku ji ber fikrên xwe bi biryarnameyên yasayî  (KHK) di şevekê de ji karên xwe hatine avêtin û bûne qurbanên Biryarnameyên Yasayî  (KHK) dikarin bi KHK’an di şevekê de bên avêtin, wê demê divê ew jî bêyî li benda sazûmaniyek nû ya yasayî bin, di şevekê de li karên xwe bên vegerand.”

‘We çend kes di peyarêyan de veşartin?’

Ayten Kiran di çarçoveya pêvajoyê de banga hevrûbûnê kir. Ayten Kiran bal kişand ser komkujî û binpêkirinên di dîrokê de qewimîne. Ayten, cenazeyên li Kilyosê yên li ser peyarêyan hatine veşartin bi bîr xist û wiha dewam kir:

“Cenazeyên ciwanên Kurd ên di peyarêyan de hatibûn veşartin ji hêla malbatên wan ve hatin derxistin. Çend ciwanên Kurd ên din hene, we çendên din di bin peyarêyan de veşartine? Dibe agahiya dewletê hebe. Divê ev bê eşkerekirin. Dema dayîka ciwanek Kurd ê ku 15 sal berê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji bin peyarêyan derdixe, serdemeke şînê ya bêdawî dijî. Hûn nikarin bi veşartina komkujî û mirinan aştiyek mayînde ava bikin. Gelek kesên ku di salên 1990’an de bûne sedema kiryarên nediyar, hîn jî azad in. Lê goreke mirovên ku wan kuştine tune ne. Divê sûcdarên van kuştinên kiryar nediyar bên ronîkirin.”

‘Girêdana pêkanîna yasayê bi biryara MGK’ê ve nayê qebûlkirin’

Ayten Kiran anî ziman ku polîtîkayên ewlehiyê yên li Tirkiyeyê sedema pirsgirêka Kurd e û ev pirs kir: “Gelo dê yasaya çarçoveyî ku ji bo aştiya civakî hatiye afirandin, di demên berê de bûye sedema pirsgirêkên ewqas mezin, bi biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve girêdan dê me têr bike? Çima em ji bo dîtina encamên yasaya derketiye li benda biryara MGK’ê bimînin.”

Ayten Kiran ragihand ku hîn jî girtin, ceza, desteserkirin û serdegirtinên malan hene û wiha pê de çû: “Qeyûm hene. Mînak, karmendên dewletê, mamoste, endezyar û akademîsyen ku bi tohmeta endametiya rêxistina PKK’ê ji kar hatine avêtin hene. Lê rêxistinê xwe fesih kiriye. Çima ev kes li karên xwe nayên vegerandin? Biryarên DMME’yê li ber destê me ne. Çima hîn jî ev biryar nayên pêkanîn? Ji bo pêkanîna van biryaran ti astengiyek tune. Ji bo pêkanîna van hemûyan erêkirina MGK’ê pêwîst nake. Pêkanîna biryarên AYM û DMME’yê dê baweriyê bide me. Wê demê emê ji aştiyê bawer bikin. Ger dewletek demokratîk a bi serdestiya hiqûqê an jî komareke demokratîk ava bikin dixwazin, divê di her warî de vê bi mirovan bidin hîskirin. Ger lingek vê kêm bimîne, aştî bi temamî  pêk nayê.”

‘Lijneya Îdarî û Çavdêriyê bi awayekî neyasayî dixebite’

Ayten Kiran destnîşan kir ku binpêkirinên ku girtiyên siyasî li girtîgehan dijîn berdewam dikin û hîn jî gelek girtiyên nexweş hene berdana wan tên taloqkirin. Ayten ev agahî dan: “Lijneya Îdarî û Çavdêriyê bi awayekî neyasayî dixebite. Ev lijne hîn jî aktîv in. Ew lijneyek jixwe neyasayî ye. Ev lijne bi yasayê nehatiye damezrandin; tiştek ku bi rêya nameyan hatiye damezrandin û dikare bê betalkirin e. Ji girtiyek ku 30 sal di girtîgehê de maye dipirsin, ‘Te 30 sal cezayê girtîgehê girtiye, tu poşman î?’ Ew jixwe 30 sal cezayê girtîgehê girtiye. Ew ê ji çi poşman bibe? Girtina wî li hundir ji xwe neyasayî ye, rewşek nayê qebûlkirin e.”

Ayten Kiran destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê faktorên ku bûne sedema pirsgirêkê bên çareserkirin û ji holê bên rakirin.