Marya Bozan: Bêyî azadiya fizîkî ya Rêber Apo em venagerin
Mamosteya wargeha Mexmûrê Marya Bozan destnîşan kir ku divê yasayeke ku parastina xweserî, çand û perwerdeya bi zimanê Kurdî mîsoger bike were derxistin û got: “Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe em naxwazin vegerin.”
ASYA DENÎZ
Mexmûr – Piştî pêvajoya aştî û civaka demokratîk dest pê kir şûn de, nîqaşên li ser wargeha Mexmûrê jî zêdetir bûn. Şêniyên wargeha Mexmûrê piştî 32 salên koçberiya eş û zehmetiyên mezin, li bendê ne vegerin welatê xwe. Şêniyên Mexmûrê dixwazin zagoneke wisa bê amadekirin ku bikaribin pergala xwe ya xwerêvebirinê û xwendina zimanê Kurdî bi serfirazî bidomînin. Mexmûriyan têkildarî nîqaşên li ser vegerê diyar kirin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh digrin û dibêjin ne li dijî pêvajoya aştiyê ne li hemberî wan pêwîst e helwesta gelê Kurd rêxistinkirî û hevgirtî be.
Mamosteya wargeha Mexmûrê Marya Bozan li ser nîqaşên têkildarî vegera Mexmûrê tên kirin û her wiha şerê taybet ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin de got: “Li hemberî şerê taybet ger em bi hişyarî tevbigerin, xwedî helwest bin û destên Rêber Apo xurt bikin em ê bigihîjin serkeftinê.”
‘32 sal in em li benda pêvajoyeke wisa bûn’
Marya Bozan diyar kir ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sal û nîv zêdetir e pêvajoya aştî û civaka demokratîk destpê kiriye, Mexmûr jî perçeyek vê pêvajoyê ye û wiha axivî: “Ji ber ku parçeyeke vê pêvajoyê Mexmûr e, bandora pêvajoyê li ser vê derê heye. Weke şêniyên Mexmûrê 32 sal in, em li benda vegera welatê xwe û axa xwe ne. Di vê pêvajoyê de li ser wargehê gelek axaftin û nirxandin tên kirin. Yê ku li ser pêvajoya vegerê biryar bide, bangawaziya vê yekê bike û rêbazê vegerê diyar bike, Rêber Apo ye û piştre jî gelê wargehê bi xwe ye. Hêviya me ji vê pêvajoyê ewe ku bigihîje serkeftinê û em jî bi rûmet û serfirazî vegerin ser xaka xwe.”
‘Ji seretayî heya peymangehê pergala xwendina me zimanê Kurdî yê’
Marya Bozan di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişand ku divê zagonên bên amadekirin cih bidin nasnameyek azad û wiha pêl da axaftina xwe: “Bendewariya gelê wargehê ew e ku heya di zagonên bingehîn ên dewleta Tirk de guhertin çênebe bi taybetî di aliye hebûn, nasname û zimanê Kurdî de vegera gelê wargehê çênabe. Ji ber ku gelê wargehê ji roja koçber bûye ve heta niha ji parastina nasnameya xwe bigre, heta pergala xwe ya xwerêvebirinê, ji pêşxistina çanda xwe heya perwerdeya bi zimanê Kurdî domandiye. Ji dibistana seretayî heya peymangehê pergaleke xwe ya perwerdeyê heye. Ji ber wê dema em vegerin ser xaka xwe jî em dixwazin heman şêweyî bi nasname, çand û zimanê xwe bijîn.”
‘Cerdevanî û çetekarî sedemên koçberiya me ne pêwîst e ji holê rabin’
Marya Bozan da zanîn ku astengiyên li pêşiya vegera wan pêwîst e ji holê bên rakirin û wiha got: “Dîsa astengiyên ku bûne sedem em ji warê xwe derkevin hene. Weke pergala cerdevanî û çetekariyê pêwîst e ji holê rabin. Ger ev xal pêk neyên vegera ku em dixwazin çênabe. Bi taybetî mijara ziman pêwîst e bê çareserkirin. Ji ber ku em naxwazin bi zimanekî din bixwînin em ne li dijî zimanên din in bes em dixwazin bi zimanê dayîka xwe biaxivin û bixwînin. Ger vegerek çêbibe em dixwazin zagoneke wisa hebe em ji pergala xwe ya xwerêvebirinê bigre heya aborî û çanda xwe bi xwe bi pêş bixin û weke gelê Kurd bi nasnameya xwe di cîhanê de cih bigrin.”
‘Em baş dizanin ku pêvajoya aştiyê ji ya şer zortir e’
Marya Bozan tekez kir ku ger destên Rêber Apo xurt bikin ew ê zûtir bigihîjin serkeftinê, ji bo vê yekê pêwîstî bi hevgirtineke xurt heye û wiha pê de çû: “Her dem tê gotin ku pêvajoya aştiyê ji ya şer zortir e, rast ei em jî vê yeke baş dizanin. Ji ber ku yên naxwazin ev pêvajo bi ser bikeve, dixwazin şer her dem bidome û xwe li ser şer didin jiyandin li hemberî Rêber Apo şerekî taybet dimeşînin. Wek gelê Kurd em ji vê pêvajoyê ne dûr in, pêwîst e em vê pêvajoyê baş bixwînin, ji bo li hemberî van kesan helwesteke me ya bi yek dengî û rêxistinî hebe, pêvajo vala neyê derxistin. Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve û weke gelê Kurd em azad bijîn, pêwîst e em destên Rêber Apo xurt bikin.”
‘Em destê Rêber Apo xurt bikin emê hîn zûtir bigihijin serkeftinê’
Marya Bozan diyar kir ku şerekî taybet li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, pêwîst e li hemberî vê yekê xwedî helwest bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê pêvajoyê de xwestin li ser medya mecazî bi parvekirina qaşo hevdîtinên Rêber Apo, dîsa li Rojavayê Kurdistanê entegrasyona ku Rêber Apo bi pêş xistibû, bi rêbazên cuda pêvajoyê vala derbixin. Em dibînin hê jî ciwanên Kurd tên kuştin û ji bo pêvajo bi ser nekeve her rê û rêbaz tên bikaranîn. Ji bo vê yek ê em çiqas bi hişyarî tevbigerin, xwedî helwest bin û destên Rêber Apo xurt bikin, em ê ewqas zûtir bigihîjin serkeftinê. Ji ber vê yekê pêwîstî bi hevgirtineke xurt heyei hem di aliye siyasî de hem di aliye xebatên jin û ciwanan de. Bi taybetî pêwîst e bi pêşengiya jin û ciwanan, em destên Rêbertî xurt bikin da ku em bigihîjin azadiyê û civaka aştî û demokratîk. Weke gelê wargehê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe em naxwazin venagerin.”