Di êrişên Îsraîlê de 13 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de 13 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Artêşa Îsraîlê amadekariyan ji bo operasyoneke nû ya bejahî ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê dike. Di demeke bi vî rengî de êrîşên xwe yên hewayî zêde kirine.

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya bi şev de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Rêxistina Parastina Sivîl, hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîş birine ser qata herî jor a avahiyek  li başûr rojavayê bajêr û di encamê de 10 kes hatine kuştin. Her wiha di êrîşeke bi helîkopteran de li ser daîreyeke li rojavayê Xezeyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gel vê yekê bi armanca dagirkirina bajarê Xezeyê, artêşa Îsraîlê di çarçoveya operasyona 'Tankên Gedeon II' de bang li 40 hezar leşkerên cihgir kir ku wezîfeyê bikin. Hat ragihandin ku piraniya kesên artêşê di çarçoveya seferberiya lezgîn de bang li wan kir wê ji îro û pê ve teslîmî yekîneyên xwe bibin.

Neteweyên Yekbûyî dawiya meha Tebaxê ragihand ku li bajarê Xezeyê û derdora wê ku nêzî milyonek mirov lê ne bi fermî rewşa xelayê heye.

Her wiha di êrîşên Îsraîlê yên li dijî  Xezeyê de piraniya wan sivîl herî kêm 63 hezar û 557 kesan jiyana xwe  ji dest dan.