Aktîvîsta Tûnisî piştgirî da berxwedana jinên Suweydayî

Aktîvîsta mafên jinan a Tûnisî Fethiyê Nasirî, da diyar kirin ku jinên Suweydayê tehmûlê hemû dijwariyên civakî dikin û got: "Rûxmê ku jin bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin, dengê berxwedanê bilind dikin."

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Di nav qeyrana Sûriyeyê de bajarê Suweyda şahîdiya mînakek trajîk a êşa jinên ku bi binpêkirinên giran ên mîna qetilkirinên li ser bingeha nasnameyê, revandin û windakirinên bi darê zorê re rû bi rû dimînin, dike. Ev jinên ku barê parastina civakî hildigirin, di nava pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê yên bajêr û bi taybetî zêdebûna aloziyên mezhebî û tundiyê de, bûne xalek serek e.

Aktîvîsta mafê jinan û endama Lîga Tûnisê ya Parastina Mafên Mirovan a şaxa Kasserine Fethiyê Nasirî, der barê rewşa li Suweydaya Sûriyeyê, bandorên tundiyê li ser jinan û rola wan di xwepêşandanên gel de axivî. Fethiyê Nasirî, destnîşan dike ku pêdivî bi bidestxistina edalet û hesabpirsînê, parastina xeleka herî qels a civakê û têkoşîna ji bo Sûriyeyeke yekgirtî ku rêzê li mafên mirovan digre û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên wê de mîsoger dike, heye.

'Qetilkirinên li ser bingeha nasnameyê û binpêkirinên giran'

Fethiyê Nasirî, da zanîn ku daxwaza gelê Sûriyeyê ji bo azadî û demokrasiyê rewa ye û piştgirî heq dike. Fethiyê Nasirî, wiha dewamî da gotinên xwe: "Suweyda xala destpêkê ya şoreşê bû, ku baweriyek xurt da girîngiya azadî, wekhevî û mafên diyarkirina çarenûsa gelan. Tiştê ku îro li Sûriyeyê diqewime û bi taybetî jî bi destwerdana "Îsraîlê" û bombebarankirina tesîsên leşkerî û sivîl, wêrankirina kargeh û santralan, êş û azar dide. Ev jî aloziyê kûrtir dike. Suweyda li ser sînorê Urdunê dikeve û bajarekî stratejîk e ku nifûsên wê 600 hezar e. Bûyerên dawî, bajar veguherand cihê qetlîamên li ser bingeha nasname û binpêkirinên giran. Di nava van binpêkirina de koçberkirin û windakirina bi zorê ya zêdeyî 80 jinan heye. Yên ku herî zêde zirarê li binpêkirina dibînin jin û zarok in. Suweyda parçeyek ji Sûriyeyê ye û jê nayê qutkirin."

Karesetek mirovî ye

Fethiyê Nasirî, balkişand li ser bûyerên li Suweydayê tên jiyîn û axaftina xwe wiha domand: "Şewîtandina nêzî 40 gundan, koçberkirin û qetilkirina niştecihên Suweydayê, nîşaneya karesetek mîrovî ye. Jinên ku li dijî rêjîma Sûriyeyê ya berê û rêveberiya demkî xwepêşandan dikin, nûnertiya sembola jinên Sûriyeyê yên ku li dijî mezhebî û tundiyê bi îsrar radiwestin, dikin."

Piraniya wan jin û zarok zêdetirê 800 kes hatin qetilkirin

Amarên fermî yên ku di Foruma Jinan a di 5'ê Tebaxê de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin de hatin pêşkêşkirin, mezinahiya karesata mirovî nîşan dide. Ev amaran, wêranbûna tevahî ya 39 gundên li Suweydayê û piraniya wan jin û zarok qetilkirina zêdetirê 800 kesan belgekir û heta niha jî aqûbeta 600 jinan nayê zanîn.

'Pêdivî bi konfransek navneteweyî heye'

Fethiyê Nasirî, da xuya kirin ku qetilkirinên li ser bingeha nasnameyê li ser medyaya dîtîjal jî heye û vê yekê mîna tiştekî gelek tirsnak bi nav kir. Fethiye Nasirî, wiha axivî: "Jinên li Suweydayê li dijî zilm û neheqiyê navenda berxwedan û serhildanê ne. Çalakvanên jin ala şoreşê li seranserê bajêr bilind kirine. Sûriyeyeke yekgirtî divê rêzê li rola jinan bigre û ol û siyaset divê ji hev bên cuda kirin ku di navbera hemû pêkhateyan de pergalekî bi rastî demokratîk û hevjiyana aştiyane misoger bikin. Divê li Suweydayê konferansek navneteweyî ya mezin bê lidarxistin û omîteyên lêpirsînê yên bêalî bên destpêkirin ku sûcdarên sûcan hesab bidin û windakirinên bi darê zorê yên jinan bê şopandin.”

'Mafên jinan nîşaneya pêşketina civakî ne'

Fethiyê Nasirî, da zanîn mafên jinan nîşaneya pêşketina civakî ne û rêzgirtina ji bo jinan, wekheviya zayendî û parastina zarokan, bingeha civakên şaristanî ne. Fethiyê Nasirî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kêmbûna rola jinan dê bandorê li ser hevsengiya civaka Sûriyeyê bi tevahî bike û divê hewldanên cidî ji bo çareserkirina van bê kirin ku aramiya rasteqîn pêk were. Li Sûriye ji bo misogerkirina pêşerojek baştir, pêdivî bi yekîtiya neteweyî û demokrasiya rasteqîn, rêzgirtina mafên jinan û civakê heye. Li Suweydayê dengê jinên azad, nûnertiya hêviya avakirina Sûriyeyek yekgirtî û mîsogerkirina ewlehiyê ya ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike.”