Bi bereketa baranê gundewarên Qamişloyê bi rengê biharê xemilîn

Jinên navçeya Çil Axa diyar kirin ku jiyana gundan bi tendirust e û bi hatina werza biharê re her derê gundan şîn dibe hewa paqij dibe.

EBÎR MUHEMED

Çil Axa- Xwezaya gundewarên bajarê Qamişloyê bi rengên biharê geş bû, her der şîn bûye û gundî ji bo hewaya xweş bigrin derdikevin nava şînahiyê û bêhneke xweş digrin. Jinên gundewarên navçeya Çil Axa ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku jiyana li gundan gelek bi tendirust e, bi hatina werza biharê re gundê wan şîn dibe û tevî hemû êrişan jî bi derfetên xwe yên herî kêm jiyana xwe berdewam dikin.

‘Gund bi biharê zindî dibin’

Mizgîn Silêman ji gundê Sêgira Diro yê navçeya Çil Axa ye, diyar kir ku jiyana li gundan bi tendurist e û got: “Jiyana li gund, gelek xweş e. Avhewa, xweza û şînahiya wê jiyanê xweştir dike. Gund bi biharê zindî dibe, di werza biharê de me di hewşa xwe de gelek cureyên fêkî, sebze û giya çandin. Di heman demê de, em niha amadekariyên cejna Remezanê dikin, em her cure xwarin û vexwarinên taybet ji bo cejnê amade dikin.”

‘Tevî êrişan jî em riya jiyanê dibînin’

Mizgîn Silêman bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarên wan û wiha got: “Berî sê mehan dewleta Tirk êrişeke dijwar li ser binesaziya herêma me pêk anî, ji wê rojê ve elektrîk, av, gaz û mazot qut bûne. Tirkiye armanc dike ku şerê taybet li ser me bide meşandin bi êrişên xwe hewl dide jiyana me bide rawestandin lê em ê her dem riyek ji bo xwe bibînin. Em bi derfetên herî kêm jiyana xwe didomînin.”

Jiyana li gund xweştir û bi tendirustir e’

Menîfa Xelef jî a ji gundê Kêşika yê navçeya Çil Axa, diyar kir ku di vê salê de baran zêde û bi bereket bariye û ev tişt got: “Karê me gundiyan di nava erdê me de ye, em 120 mal li gund dijîn. Îsal baran baş bariya, ev jî nîşan dide ku wê îsal demsala çinînê bi xêr û bereket be. Di vê rewşê de jiyana li gund xweştir û bi tenduristir e. Pezên me jî hene em wan xwedî dikin. Ji ber qutbûna av û kehrebeyê min îsal zêde tişt neçand lê darên min ên fêkiyan hene.”