Li Şengalê bi boneya 4'ê Nîsanê ji bo çandinê şaxên daran hatin belavkirin

Bi boneya 4’ê Nîsanê Komîteya Aborî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dar li hemû meclisên gund û navçeyên Şengalê belav kir. Dê roja 4’ê Nîsanê hemû dar ji aliyê jinan ve bêne çandin

Şengal-Her sal ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her dera Kurdistanê dar têne çandin. Bi heman armancê Komîteya Aborî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo ku di 4’ê Nîsanê de bêne çandin, dar li hemû meclisên gund û navçeyên Şengalê belav kir.

Têkildarî 4’ê Nîsanê jinên endamên meclisên xweser axivîn û 4’ê Nîsanê li rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  û hemû cîhanê pîroz kirin.

‘Divê hemû jin xwedî li 4’ê Nîsanê derkevin’

Di destpêkê de Endama Meclisa Jin Edûl Şemo wiha anî ziman: “Em îro ji Meclisa Sinûnê hatine ji bo 4’ê Nîsanê daran bigirin. 4’ê Nîsanê rojbûna Serok Apo ye û em vê rojê di serî de li Serok Apo hemû malbatên şehîdan û welatparêzan pîroz dikin. Ev roj roja hêvî û serkeftina Êzidxanê ye, serkeftina miletê bindest e. Em îro lazim e weke jin xwedî li keda Serokatî derkevin. Fikir û felsefeya Serokatî hêviya xilaskirina dîlgirtiyên me yên di destê DAIŞ’ê de ye. Bi hezaran jin û keçên Êzidî bi fikrên Serokatî ji aliyên şervanên YPG û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin. Em bejna xwe li hember malbatên şehîdan ên Rojava ditewînin. Hêvî û daxwaza me ew e ku dîlên me yên di destê DAIŞ’ê de ne jî bêne rizgarkirin û em bi hev re xwedî vê rojê derkevin û pîroz bikin. Em rojbûna Serok wek rojeke xweş û geş dibînin. Hebûna miletê bindest vê rojê ye. Lazim em xwedî li ked û fikrên Serokatî derkevin. Banga min hemû jinên Êzidxan û çar parçeyên Kurdistanê xwedî li 4’ê Nîsanê derkevin. Ev roj înşallah bibe roja serkeftin û azadiya fîzîkî ya Serok Apo.”

4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz kirin

Bi heman armancê jî Endama Meclisa Dohlayê Berfê Heso diyar kir ku ji bo di 4’ê Nîsanê de biçînin hatine daran û wiha got: “Ez gelek kêfxweşim ku ji bo rojbûna Serok Apo dar biçînim. Ez 4’ê Nîsanê li Serok Apo û hemû cîhanê pîroz dikim.”

Endama Meclisa Borikê Tewrê Hesen jî 4’ê Nîsanê li Abdulah Ocalan pîroz kir û silavên xwe jê re şand û got ku ew ê ji bo rojbûna wî dê di 4’ê Nîsanê de daran biçînin.