Şandeya Rêveberiya Xweser û YPJ'ê bi siyasetmedarên Îtalî re hevdîtin kir

Şandeya Rêveberiya Xweser û Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed jî di nav de li Îtalyayê bi siyasetmedaran re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk.

Navenda Nûçeyan- Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê yên ji partiyên cuda û Tevgera 5 Stêrkan a Îtalyayê (MoVimento 5 Stelle M5S) re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li avahiya parlamentoyê ya li paytext Romayê pêk hat.

Şande ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen pêk dihat. Şandeya îtalyan jî ji Alienza Verdi, Marco Grimaldi, Davis Dore, Francesca Guerra, Tîno Magni, Enzo Amandola û Riccardo Ricciardi pêk dihat.

Di hevdîtinê de ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat şîrovekirin û wiha hat gotin: “Tevahî pêkhateyên herêmê bi îradeya xwe ya azad di damezirandina vê rêveberiyê de cih girtin. Hat destnîşankirin ku ev rêveberî daxwaz û hêviyên rewa yên gelên herêmê pêk tîne û nirxên jiyana hevbeş diparêze.”

Şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser rola jinan di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de, pergala hevserokatiyê û têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê.

‘Divê hemû hikumet erka xwe pêk bînin’

Her wiha rewşa mirovî ya li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, astengiyên li pêşiya rêveberiyê nîqaş kirin û wiha hat gotin: “Alîkariyên mirovî yên ku welatên Ewropayê û yên din pêşkêş dikin, tenê diçin ji Şamê re û nagihîjin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Divê hikumeta Îtalyayê û hikumetên din di warê mirovî de erkên xwe li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin” û bal kişand ser ambargoya li ser herêmê.

Şandeya Rêveberiya Xweser astengiyên siyasî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser jî û nenaskirina siyasî weke astengiya herî sereke nirxandin û wiha hat gotin: “Her hewldaneke çareseriyê bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser dê mehkûmî têkçûyînê be.”

Şandeya Rêveberiya Xweser hebûna şaneyên DAIŞ’ê û malbatên DAIŞ’î yên li kampan û DAIŞ’iyên di girtîgehan de wek metirsiyê li ser ewlehiya herêmê şîrove kir.

‘Divê pêşî li êrîşên dewleta tirk were girtin’

Şandeya Rêveberiya Xweser her wiha bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û êrişên wê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û got: “Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku rê li ber êrişên dewleta Tirk bigre. Berdewama van êrişan dê herêmê ber bi karesteke mirovî ve bibe û dê bi milyonan welatiyan neçarî koçberiyê bike.”

‘Em rewşê ji nêz ve dişopînin’

Şandeya Îtalyan jî destnîşan kir ku ew rewş û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û wiha got: “Ji destpêkê ve em Şoreşa Rojava ji nêz ve dişopînin. Ji rola wê ya mezin a di warê têkoşîna li dijî terorê de zêdetir hûn model û ezmûneke demokratîk pêşkêş dikin ku mirov nikare nebîne. Nemaze ev ezmûn tevahî pêkhateyan herêmê hembêz dike û payeyeke bilind dide jinan. Em ê ji hikumeta Îtalyayê û civaka navneteweyî bixwazin ku erkên xwe li hemberî Rêveberiya Xweser bi cih bînin, desteka aborî û mirovî pêşkêş bikin û ji bo naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser hewldanan bikin.”