Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê belavok belav kirin

Bi boneya 8’ê Adarê jinên Xanesora Şengalê belavok belav kirin û bang li hemû jinên Êzidî kirin ku roja 8’ê Adarê li bexçaya Serok Apo ya geliyê Kersê bi hev re roja xwe pîroz bikin.

Şengal-Di çarçoveya xebat û amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de jinên Xanesora Şengalê belavok belav kirin û hemû jinan dawetî şahiya ku dê di 8’ê Adarê li Bexçê Serok Apo de pêk were, kirin.

Jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî belavokan belav kirin, di dema belavkirina belavokan de jî têkildarî girîngiya 8’ê Adarê agahiyan dan derdorê.

Di belavkirina belavokan de jin 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û bang li hemû jinên êzidî kirin ku roja 8’ê Adarê li bexçê Serok Apo kom bibin û roja xwe pîroz bikin.

Her wiha li navenda Şengal û Tilezêrê jî bi heman boneyê belavok hatin belavkirin.